Qurbaniyên kîmyabarana Helebceyê daxwaza sekinandina êrîşên kîmyewî yên Tirkiyeyê kirin

Welatiyên Helebce û herêma Şarezûr ku berê bibûn qurbaniyê kîmyabarana rejîma Baas, niha dixwazin êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk ên li ser çiyayên Kurdistanê were sekinandin.

Îro êvarê welatiyên Helebce û Şarezûr ku di sedsala bihorî bûn qurbaniyê kîmyabarana rejîma Baas a Iraqê, niha jî banga sekinandina êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk rojane li ser çiyayên Kurdistanê kirin.

Welatiyan bi dirûşmeya “Duh Helebce, îro çiya, sibe wê hemû Kurdistan kîmyabaran bibe” li ser mezelên şehîdên Helebce kom bûn. Li ser navê hemû beşdaran Pêşrew Hesen axivî û daxwaz kir, “Hê nebûye dereng, divê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk bi dawî bibin.”

Di çalakiyê de her wiha êrişên dirindane yên dewleta Tirk ên li ser Şengalê ku êrişî nexweşxaneya li gundê Sikêniyê kiribû û di encamê de 8 welatî şehîd bibûn, hat şermezarkirin.

Di heman demê de hemahengî û alîkariya hikumeta Iraqê ya bi Tirkiyê ya di van êrişan de jî hat şermezarkirin û hat gotin, “Ew  îxanet e li hemberî gelê Êzidî û Iraqê.”