QSD: Dagirkeriya Tirk DAÎŞ xiste nava liv û tevgerê

Ji fermandarên QSD'ê Sayil El Zobeî di şahiya salvegera rizgarkirina Baxozê de axivî û got, "Bi êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re DAÎŞ kete nava liv û tevgerê. Ev yek têkiliya navbera dewleta Tirk û DAÎŞ'ê radixe pêş çavan."

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi wesîleya salvegera duyemîn a rizgarkirina Baxozê ku baregeha dawîn a çeteyên DAÎŞ'ê ya li Sûriyeyê bû, daxuyaniyek da. Bi rizgarkirina Baxozê re DAÎŞ ji aliyê cografî ve hate tunekirin.

Bi vê wesîleyê li bajarokê Baxozê îro şahiyek hate lidarxistin. Yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Sayil El Zobeî li şahiyê daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Îro 23'ê Adarê, li ser bidawîkirina serweriya terorîstên DAÎŞ'ê li ser erdnîgariya herî dawîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku di destê wê de bû, du sal derbas dibin. Piştî ku QSD'ê di 23'ê Adara 2019'an herêma Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê rizgar kir.

Serketina hêzên me (QSD) li dijî vê rêxistina terorîst encama şerê 7 salan e, ku bi berxwedana Kobanê ji aliyê şervanên YPJ /YPG'ê ve dest pê kir, piştre bi berxwedana li Minbic, Tebqa û Reqayê re dewam kir. Herî dawî piştî rizgarkirina gundewarê rojava û bakurê Dêrazorê, herêma Baxozê ya rojhilatê Dêrazorê ji çeteyan hate rizgarkirin.

Hêzên me ji bo rizgarkirina gelê Sûriyê ji pença terorîstên DAÎŞ'ê, di dirêjahiya 7 salan de bê dudilî fedekariyên mezin kir. Bi hezaran şervanên me laşê xwe kirin mûm da ku tarîtiya terorîstên DAÎŞ'ê li ser herêmê ferz kiribûn, bi dawî bikin û jiyan jinûve li kesên ku bi salan di nava vê tarîtiyê jiyan, vegerand. Hêzên me hîna ji bo yekê kar dikin.

Tevî ku erdnîgariya dawîn a terorîstên DAÎŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate rizgarkirin jî, lê ev nayê wateya ku DAÎŞ bi temamî bi dawî bûye. Ji ber ku vê rêxistinê fikrên tundrew li herêmê û dewletên derdorê belav kiriye. Ev yek di tevgera şaneyên wê yên veşartî de, di êrişên dijî hêzên me de, rayedarên Rêveberiya Xweser, kesayetên civakî û rûspiyên eşîran herêmê de, diyar dibe.

Bi dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker re tevgera terorîstan di hedefgirtina herêmê de zêde bû. Ev yek têkiliya xurt di navbera dewleta Tirk û terorîstan de nîşan dide. Piştî ku ew herêm bûne cihê xwedîkirina terorîstan û nuqteya derbasbûna wan ji welatan re, her wiha şandina wan ji bo Lîbya, Ezerbêcan, Yemen û welatên din ên cîhanê.

Xeteriya DAÎŞ'ê di kesayeta bi hezeran girtiyên DAÎŞ'yî de û bi hezeran malbatên wan yên li Kampa Holê û Kampa Roj ên xwedî zihniyeta DAÎŞ'ê ya radîkal, dewam dike. Qada navneteweyî ji bo çareserkirina vê dosyayê neketiye tevgerê. Tevî ku hêzên me û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek bangawazî li civaka navneteweyî kirin da ku dadgehên navneteweyî li herêmê ava bikin an çeteyên hemwelatiyên wan vegerînin.

Ji dema rizgarkirina Baxozê ve operasyonên hêzên me yên li dijî bermahiyên DAÎŞ'ê û şaneyên wan ên veşartî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehatin rawestandin. Her wiha hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re ji bo pêkanîna aramî û îstiqrarê li herêmê û rêgirtina li vegera DAÎŞ'ê, dewam dike.

Em ji gelê xwe û cîhanê re destnîşan dikin ku pêvajoya em tê re derbas dibin, pêvajoya herî zehmet e di têkoşîna li dijî terorê de. Her wiha ji pêvajoya şerê rû bi rû yê bi DAÎŞ'ê re zehmettir e. Ji ber wê, divê xebatê di navbera hemû beşên civakê û hêzên leşkerî di aliyê hundirîn de, xurt bibe.

Divê dewletên herêmî û navneteweyî berpirsiyariya çareserkirina dosyaya girtiyên DAÎŞ'ê û malbatên wan bigirin ser milê xwe û zextê li dewletên ku welatiyan wan di nava rêxistinê de hene bike, destekê bidin herêmê da ku fikrê DAÎŞ'î yê radîkal tune bike. Ev yek bi rêya destekdayîna Rêveberiya Xweser di hemû aliyên ewlehî, siyasî, aborî û jinûve avakirinê de, pêkane. Ji ber ku pêkhateyên herêmê li şûna tevahî cîhanê şer kirin û li hemberî DAÎŞ'î sekinîn.

Wekî şervanên QSD'ê em ji gelê xwe re teqez dikin ku em şopdarên rêya hevrêyên xwe yên şehîd in. Em ê herêmê, nirxên civakî û deskeftiyên pêkhateyên herêmê yên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de hatine bidestxistin, biparêzin. Rêveberiya Xweser modela herî guncaw ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye û mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di jiyana hevbeş û biratiya gelan de misoger dike. Her wiha azadî û demokrasiyê ji bo gelê Sûriyê pêk tîne, cografya yekbûyî ya Sûriyê diparêze û wê gelê Sûriyê bigihîne sîstemek demokratîk a pirrengî û nenavendî.

Em ji civaka navneteweyî re û di serî de ji gelên ku ji ber terora DAÎŞ'ê azaran dikişînin, radigihînin dikin ku em êşa wan hîs dikin. Em diyar dikin ku em ê li kêleka welatên ku têkoşîna li dijî terora DAÎŞ'ê dikin, bisekinin. Em ê terorîstan li her cihî bişopînin û xaka Sûriyê ji dagirkeriyê rizgar bikin."