BI DÎMEN

Qirkirina ekolojîk dewam dike

Hevserokê Desteya Ekolojiyê Îbrahîm Esed got, dewleta Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî dike.

LI ROJAVA QIRKIRINA EKOLOJÎK

Hevserokê Desteya Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Esed karên li ser ekolojiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û konferansa ekolojiyê ya meha Nîsanê hate lidarxistin ji ANF'ê re nirxand.

Îbrahîm Esed anî ziman ku bi Şoreşa 19'ê Tîrmehê re li her qada jiyanê şoreş pêk hat û got, "Şoreşê di jiyana civakî de guhertinên cidî kir. Ji rêbaza jiyanê ya mirovan heta bi têkiliyên malbatî, têkiliya bi xwezayê re û birêxistinkirina jiyana mirov bi xwe, şoreş pêk hat. Lewma şaş e ku mirov Şoreşa 19'ê Tîrmehê tenê weke şoreşeke siyasî binirxîne. Di hin aliyan de gavên girîng hatin avêtin, lê hin alî jî ji ber êrîşên Tirkiyeyê lawaz man.

Ekolojî bi avakirina Rêveberiya Xweser re hewl hate dayin ku bê pêşvebirin. Şer bû sedem ku di vê mijarê de hin gav bi derengî bêne avêtin. Komîteya Ekolojiyê karên xwe bi şaredariyan meşand. Bi ragihandina Hevpeymana Civakî re Komîteya Ekolojiyê hate avakirin ku xwe bi rengekî xweser bi rêxistin bike. Komîteyê bi giranî xwe spart parastina xebatên heta niha ji aliyê ekolojiyê ve hatine kirin. Ji ber vê yekê di aliyê paradîgmayê de kêm ma.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî zerareke cidî da xwezayê. Karên li ser tespîtkirina vê zerarê û sererastkirinê jî salên dawî destpê kirin. Girîng bû ku pênaseya ekolojiyê bi civakê bide fêhmkirin û hişmendiyek bê afirandin. Komîteya Ekolojiyê di nava sala dawî de hem li nava civakê hem jî bi giştî di nava saziyan de hate fêhmkirin."

Îbrahîm Esed ragihand ku weke Komîteya Ekolojiyê wan hin plansazî danîn pêşiya xwe û li ser bingeha Meclîsa Ekolojiyê û Akademiya Ekolojiyê meşiyan. Îbrahîm Esed got, "Komîteya Ekolojiyê û Akademiya Ekolojiyê çalak in. Xebatên me yên ji bo avakirina Meclîsa Ekolojiyê dewam dikin. Ji bo meclîsê pêşnûme amade ye. Di çarçoveya armancên me yên salekê de ye.

Yek ji karên ku me danîn pêşiya xwe jî lidarxistina Konferansa Ekolojiyê bû. Di navbera 26-27'ê Nîsanê de hate lidarxistin. Ji welatên cuda gelek aktîvîstên ekolojiyê û akademîsyen tevlî bûn. Di konferansê de karên heyî û karên bêne kirin hatin nirxandin û gihîşt armanca xwe."

Di dewama axaftina xwe de Îbrahîm Esed işaret bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser civak û ekolojiya li herêmê kir û got, "Dewleta Tirk bi rêk û pêk qirkirina ekolojîk û civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Hem dewleta Tirk hem jî hikumeta Şamê her roj êrîşan dibin ser modela Rêveberiya Xweser. Bêguman ev êrîş pir alî ne û li her qada jiyanê têne kirin. Bi destê hikumeta Şamê li herêmê gelek êrîşên c uda yên mîna narkotîkê têne kirin. Rêveberiya Xweser li hemberî van êrîşan bi hemû saziyên xwe her roj li ber xwe dide. Weke Komîteya Ekolojiyê me jî li hemberî vê yekê kar kirin. Ji bo me gelekî girîng e ku xwezayê ji her alî ve biparêzin.

Li aliyê din li hemberî rîska ku gaza siyanurê tevlî Çemê Firatê bûye, ku piştî teqîna li Tirkiyeyê ev rîsk mezin bû, em rojane testan û analîzan dikin. Karên li dijî ziwatiyê jî dewam dikin. Biryareke din jî ew e ku bi pêşengiya Meclîsa Ekolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her sal di asta cîhanê de konferanseke ekolojiyê bê lidarxistin. Tişta ku me piştî konferansê kir, avakirina platformeke ekolojiyê bû."

Ji bo karên afirandina hişmendiya ekolojîk li nava civakê Îbrahîm Esed got, "Di rewşa heyî de li nava civaka me feraseteke paqijkirin û parastina bajarê xwe heye. Lê belê kêm e ku ev yek weke feraseta ekolojîk bê nirxandin. Lewma beriya her tiştî divê ev feraset li nava civakê bê afirandin. Ev yek bingeha stratejiya me ya demdirêj e. Li gorî derfetên li ber destên me, ji bo belavkirina feraset û çanda ekolojîk em karên xwe dewam dikin. Ji bo vê jî akademiya me heye. Li vê akademiyê karên ekolojîk li ser paradîgmaya neteweya demokratîk têne meşandin ku ev yek armanca me ye. Ji bo herêma xwe, her wiha Rojhilata Navîn û cîhanê li dijî karên dijberiya ekolojîk biparêzin, xebatên me dewam dikin. Ji bo em karibin aliyê hiqûqî yê ekolojiyê ava bikin û biparêzin pêşnûmeyeke me heye û ev yek radestî saziyên hiqûqê hate kirin. Li gorî vê yekê hemû saziyên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ne jiyaneke li gorî pîvana ekolojîk ji xwe re dikin esas. Ji xwe sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeha paradîgmaya ekolojiyê hate avakirin. Li ser vê bingehê karê me yê ji bo afirandina berpirsyarî û hesasiyeta vê yekê li nava gel wê dewam bike."