NÛ BÛ

Xelatên destpêkê yên Mihrîcanê hatin eşkerekirin

Li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê encamên roja destpêkê ya 35’emîn Mihrîcana Govendên Kurdistanê, hatin eşkerekirin.

35’emîn Mihrîcana Govendên Kurdistanê 18’ê Gulanê sibeha Şemiyê li bajarê Esslîngen ê Elmanyayê destpê kir. Encamên roja destpêkê ya merasîma çandî ya li Neckar Forumê ku xwedî kapasîteyeke 1200 kesî ye, hatî lidarxistin, hate eşkerekirin.

Komên ku di pêşbirkê de herî zêde pile wergirtin, ev in:

1: Koma Baran – Koln
2: Koma Şiyar Jin – Salzgîtter
3: Govenda Romanî (Koln) û Koma Esteriya (Lîmbûrg)

Helbestvan Hekîm Sefkan, Hozan Şemdîn û Nûnerê TEV-ÇAND’ê hunermendê şanoyê Dîrok Diyar xelatên komên 1., 2. Û 3. Dan.

Komên din ên bi rêzê ve pile wergirine jî, ev in:

13: Govenda Baran Nû- Koln
12: Koma Dilçem - Hagen
11: Koma Hebûn - Verden
11: Govenda Mezopotamya - Saarbrucken
10: Koma Aşê Îwe - Leverkusen
9: Koma Kaniya Spî - Celle
8: Koma Agirê Welat - Solothurn
7: Govenda Gelawej - Basel
6: Nêrgîzên Çiya – Den Haag
6: Koma Şehîd Zülküf - Nurnberg
5: Govenda Sîpan Amara - Hamburg
4: Koma Jiyan - Stuttgart
4: Koma Azadî - Dortmund

Roja Yekşemê komên nû wê derkevin ser dikê, reqsê bikin. Piştre wê pileyên hemû koman bên hesabkirin û xelatên cil û berg, lêkolîn, reqs û faîr play bên eşkerekirin.