Qeyyûm ji meclîsa ku tune biryar da stendin û ceza li HDP’ê birî

Şaredariya bajarê mezin a Wanê ya ku ji aliyê qeyyûm hatiye desteserkirin ji meclîsa ku tune biryara encumeniyê da stendin û ceza li HDP’ê birî.

Li Wanê êrişên li ser HDP’ê bi metodê cihê didome. Li Wanê 6 sal in çalakiyên li derve hatine qedexekirin lê komên ku tên pêşiya avahiya HDP’ê û hewl didin tiştên provokatîf bikin, bi hinceta muzîka li avahiya HDP’ê ceza li HDP'ê hate birîn.

Şaredariya bajarê mezin a Wanê meclîsa wê ya şaredariyê tune û civîna meclîsê jî nayê kirin. Di biryara 5’ê Gulanê de ya ku qaşo ya meclîsê ye, bi hinceta ku hizûra kesên din xerab dike û mirovan aciz dike 5.995.00 lîra pere ceza li rêxistina HDP’ê ya Wanê birî. Dema ku komên li pêşiya avahiya HDP’ê hewl didan tiştên provokatîf bike, li hemberî çêr û sixêfên van koman muzîk û govenda lli baxçeyê avahiya HDP’ê di vê çarçoveyê de hate nirxandin.

Hevserokê HDP’ê ya Wanê Fîkret Dogan derbarê cezayê li wan hatiye birîn daxuyanî da û got “Li hemberî partiya me tiştên provokatîf dikin. Ev kes tên pêşiya partiya me û heqaretan dikin. Me got werin em biaxivin û nîqaş bikin lê me fêm kir armanca wan ne ev e.Armanca wan provokasyon e. Ji bo ku em çêr û sixêfên wan nebihîzin me ev tişt kiribû. Şaredarî zabitayên xwe dişîne û qaşo em dengekî zêde derdixînin û li gorî qanûna derdorê ceza li me birin. Qaşo meclîsa şaredariyê kom kirine û 6 hezar lîra ceza li me birîn. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Dema ku li Konyayê qetlîameke nijadperest hate kirin me jî pankartek li avahiya xwe ya partiyê ve daliqandibû lê doz li vê pankarta me jî vekirin. Ji dêvila ku divê kesên qetlîam kirine werin darizandin, doz li me vekirin. Duh jî derket holê ku Wezareta Edaletê ji bo malbata li Konyayê hatiye qetilkirin gotiye ‘Heke HDP bi we re be, neyên hevdîtinê.’ Ev jî armanca wan derdixîne holê.”