Qeyûmê AKP'ê Meclîsa Şaredariya Wanê betal kir
Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê ku li ser şaredariya bajarê mezin a Wanê hate peywirdarkirin a ku hatibû xespkirin, meclîsa şaredariyê fesh kir.
Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê ku li ser şaredariya bajarê mezin a Wanê hate peywirdarkirin a ku hatibû xespkirin, meclîsa şaredariyê fesh kir.
Qeyyûm û waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez ê ku li şûna Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan hate wezîfedarkirin, ji hemû endamên meclîsa şaredariyê re nivîs şand û ragihand ku meclîs hatiye feshkirin. Qeyyûm Bîlmez diyar kir ku êdî wê peywir û rayeya meclîsê di destê encumenên şaredariyê de be.
MECLÎSA ŞAREDARIYÊ ÊDÎ TUNE
Di nivîsa Bîlmez de hate diyarkirin ku wê êdî encumên şaredariyê, peywir û rayeya meclîsa şaredariyê bidomîne û civîna endamên meclîsa şaredariyê ya ku wê di navbera 19.08.2019-23.08.2019’an de were lidarxistin jî, êdî wê neyê kirin.
Di meclîsa şaredariyê de 71 endam hebûn. Ji van endaman 44 kes ji HDP’ê û 27 kes jî ji AKP’ê bûn.