Qeyûm perwerdehî û çand-hunerê dide ber dasê

Qeyûmê ku hatî ser Şaredariya Peyasê, hêwanên xwendinê yên bê pere kirine Qursa Quranê. Her wiha plan dike, Zarokîstan Xalxalok ku perwerdehiya pêşdibistanê lê tê dayin bikin navenda pişaftinê.

Piştî ku Hevşaredar Mehmet Alî Aydin 8’ê Kanûnê hate girtin, Qeyûm Mustafa Kiliç dest li ser şaredariyê danû û li Şaredariya Kayapinarê dest bi polîtîkayên taybet kir. Kayapinar ku navçeyeke navenda a Amedê ye û herêmeke pêşketî û nirxdar e, dilê alîgirên desthilatdariyê dibijîne xwe. Qeyûmê ku hatî ser şaredariya DBP’ê ku beriya ku qeyûm were gelek projeyên civakî lê dihatin kirin, piştî ku qeyûm hat gelek karker ji kar hatin avêtin û niha jî hêwanên xwendinê û Zarokîstan Xalxalok, Navenda Çanda Cegerxwîn bêkêr dikin.

JI MIFTITIYÊ HATIN Û HÊWANÊN XWENDINÊ GIRTIN

Piştî ku malên desteka perwerdehiyê yên Peyas û Alî Eren di bin banê Şaredariya Kayapinarê de ji bo xwendekarên dibistana navîn û lîseyê xizmeta rêberiyê dikir,ji hêla walitiyê ve hatin girtin, 2015’an weke hêwanên xwendinê xebatê xwer bênavnaber domandin. Lê piştî ku qeyûm hate ser kar ev navend hatin girtin. Li hêwanên ku nêzîkî 500 xwendekarî lê perwerde didît, 10 mamoste perdekarî dikirin. Xwendekarên malbatên hejar ku di şertên wekhev de zarokên wan nedikarîn têkevin azmûnê, mohra xwe li bin serkeftinên mezin datanîn. Karmenda bi navê Şukran ku ji Miftitiya Amedê anîn kirin alîkarê qeyûm, bi mebesta ku hêwanên xwendinê ji nû ve dizayn bike hate peywirdarkirin. Li gel ku gelek derfetên zêde yên Şaredariya Kayapinarê hebûn jî, ev karmenda ku ji miftitiyê hatî peywirdarkirin, biryar da ku van hêwanên xwendinê bike Qursa Qur’anê.

HUNERMENDAN HELWESTA NÎŞAN DAN

Piştî ku qeyûm hat bi mebesta şermezakirinê, xebatkarên Navenda Çanda Cegerxwîn ku di bin banê Şaredariyê de 2010’an ava bûbû û ji roja ku ava bûyî bi hezaran kes lê perwerde bûbûn, xebatên xwe dane rawestandin. Navenda Çandê ku li gel qadên şano, enstrûmana muzîkê, sînema, şêwekarî, folklar, bi mebesta azmûnên zîrektiyê jî kurs didan, her sal nêzî 700 kes mezûn dida. 10 perwerdekar û 30 xebatkar bi mebesta ku qeyûmê ku vîna gel desteserkirî şermezar bikin, xebatên xwe dane rawestandin.

ÇAV BERDAN ZAROKÎSTANÊ

Krêşa pêşîn a Kurdî ya li Kurdistanê Zarokîstan Xalxalok jî di bin banê şaredariyê de xebat dikir. Di krêşê de 120 zarok lê perwerde dibûn, di pên polan de bi Kurmancî û di polekê de jî bi Dimilkî perwerdehî dihate dayin. Her wiha dersa Ingilizî jî hînî zarokan dikirin. Qeyûm ji ber sedema ku ji helwesta malbatan ne rehet e, li şûna ku krêşê bigire, meha pêş me wê peymana bi mamosteyan re nû neke û bi vî awî dixwaze wan ji krêşê derxîne. Tê gotin ku qeyûm têkildarî vê krêşê wê perwerdekarên ku bi awayekî taybet hatine hilbijartin bîne û hewl bide ku zarokan asîmîle bike.