Qeyûm navê Rojîn rakir, navenda jinê ji mêran re vekir! 

Qeyûm navê Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn rakir û li şûna wê navê "Navenda Jiyanê ya Jinan" danî. Êdî li ser navê xebat û xizmeta jinan ti tişt xuya nake. 

Wezareta Karên Hundir, di 17'ê Mijdara 2016'an de Waliyê Wanê Îbrahîm Taşyapan qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'î kir. Piştî Qeyûm ÎbrahÎm Taşyapan, hat tayînkirin hemû xebat û xizmetên li ser navê jinan tev rakirin û li şûna wan cih da xebatên mêr. Qeyûm, ewilî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê guhert. Piştre Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn ku 3 sal in di bin baneya Midûriyeta Polîtikayên Jinê de dixebitî girt û li şûna wê Navenda Jiyanê ya Jinan vekir. Qeyûm Taşyapan, piştî Rojîn girt 50 jinên li Navenda Jinan a Rojîn dixebitîn tev ji kar derxistin. 

QEYÛMÊ DIJMINÊ JINAN

Qeyûmê nû yê hat tayînkirin Mûrat Zorloglû jî hesta xwe ya dijminatiya li jinan nîşan da. Qeyûm Zorloglû, navê Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn guhert û li şûna wê tabelaya "Navenda Jiyanê ya Jinan" daliqand. Li vê navendê dest bi xizmeta qursên Quranê yên ji bo zarokan kir. Qeyûm wê 3 mehan li vê navendê qursa Quranê bide zarokên 5, 6, 7 salî. Her çend li ser panoyên îlanê "Ji bo jinan qursên bê pere" hatibe nivîsandin jî xizmeta li ser navê jinan tiştek tine ye. 

TENÊ NAVÊ WÊ 'NAVENDA JINÊ YE'

Li Navenda Jiyanê ya Jinan a Rojîn ku bi taybetî DBP'ê ji bo xizmetê bide jinan vekir, niha li ser navê xizmeta jinan tiştek nayê kirin. Tenê navê wê "Navenda Jiyanê ya Jinan" e, lê li ser navê jinan ti xizmet û kar nayê kirin. Qeyûm ji xebatên Yekîneya Mehterê Navenda Jiyanê ya Jinan tesîs kir û li şûna xebatên jinê xebatên mehterê hatin kirin. Li Navenda Jinê ya Rojîn wêneyên têkildarî 15'ê Tîrmehê hatin vekirin.