Qesra sed salî bin av bû, bi hilweşînê re rû bi rû ye

Yek ji avaniyên dîrokî ku bi avakirina Bendava Ilisû ya hikûmeta Tirk avakirî re di bin avê de ma, Qesra Biçûk ‘Kuçuk Saray’ ji ber kişandina avê, bi hilweşînê re rû bi rû ye.

Bi Bendava Ilisû ya ku weke ‘Veysel Eroglû’ hate guhertîn, Heskîf a xwedî dîrokek 12 hezar salî di bin avê de hişt.

Li gel vê qada dîrokî, 1999 cihên jiyanî man di bin avê de.

Di bin navê ‘parastinê’ de û dîsa bi rêbaza ‘enjeksiyon’ hinek avaniyên dîrokî bi plokan hatin pêçan.

Dorî Qesra Biçûk jî bi betonan hatin pêçan. Ji bo vê jî kevirên xwedî taybetmendiyên kislê ku ji Çiyayê Ramanê anîn bikar anîn.

Li gel kişandina avê ya kevirê bi kisil ê weke amûrên dagirtinê bikar anîn, Qesra Biçûk gelek carî rû bi rû yê hilweşînê hatiye.

Li gorî aghaiyên hatin girtin ji bo qesir ji bendavê bandor nebe, vê carê jî asta binavê ya qutiyan 6 metra bilind kir.