PYD’ê bertek nîşanî destgîrkirina endamên xwe yên li Hewlêrê da

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina endamên xwe yên li Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlekariyê hatine destgîrkirin da û got: “Destgîrkirina hevalên me tê wateya hedefgirtina partiya me û ev destgîrkirin xizmeta dijmin dike.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) derbarê destgîrkirina endamên wan ên li Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî weşand. PYD'ê got ku revandina endamên wan xizmeta dijmin dike.

Di daxuyaniya PYD’ê de ev hatiye gotin, "Di demekê de ku tevahî banga redkirina hemû şêweyên rageşî û nakokiyan dikin û banga yekitiyê ji bo parastina destkeftiyan gelê Kurd bi rêya diyalogê dikin, hêzên ewlehî yê Hewlêrê di çarçoveya astengkirina nêrîna azad û bêdengkirina dengên têkoşeran, sekna li hember berxwedan û çewisandina têkoşîn û hevgirtina gelê Kurd de, ji demekê ve hin têkoşerên partiya me revandin. Lê rûxmî hemû bangên berê yên bênavber û tevî dema dirêj a derbas bûye, hîna jî çarenûsa hevrêyên me ne diyar e û tu agahiya partiya me li ser wan tune ye.”

Her wiha di dewama daxuyaniyê de bal hatiye kişandin li ser wateya kiriyarê bi vî rengî û wiha dom dike, “Ev kiryar rewşê aloztir dike. Revandina endamên me tê wateya hedefgirtina partiya me û pêkanîna siyasetên dijmin ên ku di hewldana tesfiyekirina gelê Kurd de têk çûne, ji ber ji bilî çêkirina nakokiyan di navbera Kurdan de, derbekirina tu rêbazê wan nemane. Yên ku nikarin partiya me ku ti carî dest ji têkoşîna demokratîk bernade têk bibin serî li van cûre rêbazan didin. Emê bi biryardarî têkoşîna xwe li hemberî antî demokratan bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniyê de PYD’ê wiha bang li aliyên pêywendîdar kir, “Em Meclisa Giştî ya PYD’ê em wan pêkanînan bi şeklekî pir tund şermezar dikin. Daxwaz dikin ku demildest hevalên me bên berdan. Her wiha bang li derdorên berpirsiyar dikin ku dawî li wan cûre pêkanînên şantajî bînin. Hemû aliyên netewî û demokrat li hemberî vê cûre siyaseta antîdemokratîk bikevin nav liv û tevgerê.”