Parêzer Aydin: Divê tecrîd bi teqezî rabe

Prz. Sevdan Aydin, ji bo daxuyaniya Wezareta Dadê got, “Li xwe mikur hatin ku heta niha qanûn pêk neanîne, binpê kirine.” Aydin diyar kir ku divê teqez tecrîd bê rakirin.

Endamê Baroya Wanê û parêzera Komalaya Hiqûqnasên Azad (OHD) Sevdan Aydin, bertek nîşanî daxuyniya Wezîrê Edaletê ya ku gotî ‘me qedexeya li pêşiya hevdîtina bi Ocalan re rakir’ da got, “Ev jî nîşan dide ku Wezîrê Edaletê bi van gotinan li xwe mikur hatiye ku heta niha qanûn binpê kirine. Ev jî nîşan dide ku bi salan e sûcê mirovahiyê dikin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, li dijî hiqûqa gerdûnî ye. Di nava tecrîdê de tecrîdê pêk tînin.”

'PERGALA TECRÎDÊ DIVÊ JI BINÎ VE BÊ RAKIRIN'

Prz. Aydin got, “Em dizanin ka polîtîkayên tecrîdê tên çi wateyê. Divê tecrîd ne bi demkî, ji binî ve bê rakirin.

Ev berpirsyariyeke dîrokî ye. Ev, rewşeke ku bi daxuyaniyekê ser bê nixumandin nîn e. Rewşeke ku jiyana mîlyonan eleqedar dike ye. Li Girava Îmraliyê sîstemek heye û navê vê sîstemê ‘Sîstema Îmraliyê ye’. Ya ku divê bê rakirin ev sîstem e. Ev pergal di kesayetiya Ocalan de li hemû welat didomînin. Lewre divê ji binî ve bê rakirin.”