Protokola Edeneyê: Nîşaneyên vegerîna statukoya berê ye!

Piştî Trûmp qala ‘Herêmên bi ewle’ kir; Pûtîn, bi hevpeymana Edeneyê bersiv da. Alîkarê Hevserokatiya HDP'ê Ozsoy diyar kir ku ev protokol nîşaneyên vegera statukoya berê ne. 

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, gotibû ku wê li Bakurê Sûriyê ‘Heremeke bi ewl e’ saz bikin. Serkokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, bi ‘peymanana Edeneyê’ ku sala 1998’an di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hatiye mohrkirin, bersiv da. 

Trûmp, 13’ê Çile li ser hesabê xwe yê tevna civakî peyamek parve kir û got, “Heke Tirk li Bakurê Sûriyê êrîşî Kurdan bikin, em ê ji hêla aborî de wan tarûmar bikin. Em ê herêmeke bi ewle ya firehiya 20 mil ava bikin. Bi heman awayî em naxwazin ku Kurd jî Tirkan tehrîk bikin.” 

Ji aliyekê ve peyama Trûmp gef li Tirkan dixwe, ji aliyekê ve jî gef li Kurdan dixwe. Gelek şîrovekar, şîrove dikin ku DYA di serdanên xwe yên Tirkiyeyê de dixwaze Tirk û Kurdan li ser xalekê li hev bîne. 

23’ê Çile jî serokwezîrê Tirk Tayyip Erdogan piştî sedana xwe ya bi Pûtîn re civîneke hevpar a çapemeniyê pêk anîn û li ser pirsên ‘Herêma bi ewle’ Pûtîn bi bersiva ‘hevpaymana Edeneyê’ xist rojevê. 

Pûtîn, li hermberî derbirîna Trûmp a ‘Herêma bi ewle’ bi gotinên, “Di navbera hikumeta Ereb a Sûriyeyê û Tirkiyeyê de hevpeymana Edeneyê ya sala 1998’an heye. Em bi berfirehî li ser van mijaran saxivî.” 

Rêveberiya AKP’ê li hemberî nêrîna Trûmp a ‘Herêma bi ewle’, nêrîna Pûtîn a ‘Protokola Edeneyê’ li ber çavan erênî nirxandibe jî, dixwaze polîtîkaya xwe ya ku ev sê sal in di navbera DYA û Rûsyayê de siyaseta hevsengiyê dimeşîne, wê heta demeke din jî bidomîne. 

Rayedarên Tirk di mijarên ‘Herêmên bi ewle’ û ‘Porotokola Edeneyê’ de, bi nêzikatiya taktîka, “Em ê ji Rûsyayê pergala parastinê ya fuzeyên S-400 jî ji Rûsyayê bigirin, ji DYA’    yê jî pergala Patriotan bigirin” mijarê digirin dest. 

'TIRKIYÊ JI ZÛ DE PEYMAN BINPÊ KIR'

Berdevkê Rêveberiya Xweser Ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê ji ANF’ê re axivî û got, “Ti aramanca dewleta Tirk a ku li Sûriyê herêmeke bi ewle ava bike nîne.” 

Loqman Ehmê, anî ziman ku ji sala 1998'an heta niha gelek tişt guherîne û wiha pêde çû: “Peymana Edeneyê peymaneke ku Tirkiyê binpê kirî ye. Ji destpêka şerê li Sûriyê heta niha Tirkiyeyê terorîstên cîhadperest li çar aliyên cîhanê kom kirin û şandin Sûriyê. Peyman ne yekalî ye ku heta Tirk çawa bixwazin wisa bikin. Tirkiyeyê ji zû de ye ev peyman binpê kiriye. “

'BINGEHA HIQÛQÎ YA HERÊMA BI EWLE TUNE’ 

Alîkarê hevserokatiya HDP’ê yê Karê Derve Hişyar Ozsoy jî diyar kir û got, “Ti bingeha hiqûqî ya navneteweyî ya herêma bi ewle ya li Sûriyeyê tine. Pêşketinek ancax bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bê avakirin.” 

Ozsoy diyar kir ku tekane kozê di destê dewleta Tirk de penaberên li ber destê xwe digire ne û diyar kir ku peymana Edenê bi ti awayan rê li ber ‘herêkek bi ewle, an jî destwerdanê’ venake û got ku Tirkiye niha dibêje ez ê çend mîlyon penaberan bibim li wê derê bicih bikim û bi vî awayî dixwaze têgihyiştinê çêbike. Jixwe di mijara Efrînê de jî bêdengiya Ewropayê hinekî ji be vê bû. Tirkan ji wan re digot, “Em ê wê derê bigirin, penaberan bibin li wir bi cih bikin” têgihiştineke wisa çêkirin. Lê dîsa jî ev kar ne karekî ku Tirkiye bikare bike ye.”

'RÛSYA DI RÊYEKE FETLONEKÎ RE DIÇE'

Loqman Ehmê jî li ser pirsa ''Pûtîn bi Protoloya Edene dixwaze lîstikeke çawa deyne?' got, ''Rûsya, van çend salên dawî çi dema ku bi me re rûdine bi dewleta Tirk gefê li me dixwe, dema ku bi Tirkan re jî rûdine, bi me gefê li Tirkan dixwe.''

Ehmê bi berdewamî got Rûsya weke berê dixwaze dîsa rejîmê li tevahiya welêt serdes bike û ji bo vê jî di rêyeke fetlonekî re diçe û domand, ''Rûsya ji bo ku deverên din ên Sûriyê ji komên çekdar xilas bike hişt ku Tirkiye Cerablûs, Ezaz, Bab û Efrînê dagir bike. Bi bazaran piştî ku Helb, Xuta û gelek deverên din kete bi kontrola rejîmê niha jî parçe parçe li wê digere ku van deverên dagirkirî ji dest Tirkiyê bistîne.''

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Loqman Ehmê got, ''Rûsya bi lîstikeke wiha dixwaze Tirkiyê bi rengekî ji Sûriyê derxîne. Lê li vir ya girîng ev e: Tirkiye wê qanih bibe? Heke qanih nebe wê çi bibe, ev girîng e. Lê niha her çendî Tirkiye weke ku qanih bûbe xuya bike jî, wiha bi rehetî wê qanih nebe.''

'PROTOKOLA EDENE SÎNYALA VEGERA LI STATÛYA BERÊ YE'

Hişyar Ozsoy jî li ser heman pirsê got, ''Putîn bi Peymana Edene pêşî ji Tirkiyê re dibêje, tu yê Esad na bikî, ya dî jî dibêje heke pirsgirêka te ya ewlehiyê hebe tu yê bi vê Esad re rûnî û biaxivî.''

Ozsoy bi domdarî got, ''Niha bi Protokola Edene em sinyalên ku vegerin ser statûya berê dibînin. Lê ev ne pêkan e. Ji ber ku ew war e lê ne ew bihar e. Esad ne Esadê berê ye û Kurd jî ne Kurdên berê ne.''

'LI BER RÛSYA HEVKÊŞEYEKE GIRAN HEYE'

Ozsoy got Portokoloa Edene ji bo Pûtîn bikêrhatî ye lê zehmetiyên wê hene û domand, ''DYE hewl da ku Kurdan û Tirkiyê bîne cem hev. Lê Tirkiye ber bi vê ve nehat. Putîn jî hem Kurdan û hem Tirkan dixwaze bîne hevsengekê. Lê herî pir dixwaze rejîma konsolîde bike. Dema ku mirov ji vî alî ve dinere li ber Rûsyayê hevkêşeyeke zehmet heye.''

Ozsoy got ji hêla Tirkiyê ve derbasbûna ji 'herêma ewle' ya ser Protokola Edene bi paş ve gavêtine û got Tirk dev ji 'çûna Esad' qeriyane û hesabê wan tenê ew e ku Kurd tiştekî bi dest nexin.

'ESAD JÎ DIVÊ TERCÎHEKÊ BIKE'

Berpirsê Karê Derve yê HDP'ê û Cîgîrê Hevserok Hişyar Ozsoy herî daawî got, ''Niha her kes ji bo Esad dixebite. Tirkiye ji mêj ve ji Esad re dixebitî. Îhaleya tasfiyekirina van çeteyan dane Tirkiyê. Tirkiye bi tasfiyekirina OSO dixwaze hin tiştan ib dest bixe. Daxwaza wê jî ew e ku Kurd tiştekî bi dest nexin. Dijminatiya li Kurdan dikare berê Tirkiyê bide her deverê. Ev li îşê Esad jî tê. Li vir Esad jî divê tercîhekê bike. An wê li dij Kurdan rabe û şer berbelav bike an jî wê bi Kurdan re li ev bike û li avakirina Sûriyê bifikire.''