Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Projeya qirkirina civakî û êrişên destavêtinê yên li dijî jinan -I

Êrişê destavêtinê yên li Kurdistanê, ku polîtîkayeke dewletê ye, dibin sedema ku bûyerên mîna ya Îpek Er rû bidin, ku piştî destavêtina çawişê pispor Mûsa Orhan dawî li jiyana xwe anî.

Polîtîkayên dewleta Tirk ên li dijî jinan yek ji mijarên bingehîn e ku bi dehan sal in tê nîqaşkirin, lê bi taybetî nêzîkatiyên vê dawiyê yên parastina mêr ên di komkujiyên jinan de, nîşan dide ku êdî veguheriye sîstemekê. Erkan dewletê û di nava raya giştî ya Tirk de êrişên zayendî yên polîs û eşkerên Tirk ên li dijî jinên Kurd ên li bajarên Kurdistanê, weke çend bûyerên tekane hatin nirxandin. Saziyên ku kiryar bi wan ve girêdayî ne, bêyî ku tevlî bûyerê bên kirin, êriş weke bûyerên şexsî hatin nîşandan. Weke bûyereke ji rêzê ya navbera jin û mêr hate nirxandin. Berê gelek bûyerên bi heman rengî yên ku di çapemeniyê de cih negirtin qewimîn, lê belê demên dawî bi bûyera Îpek Er a li Êlihê, bi bûyerên li Şirnex, Wan, Dersimê re polîtîkayên qirkirina civakî bêhtir xuya kir.

Eşkere ye ku dewleta Tirk ji aliyê sîstemî ve xwedî avaniyeke baviksalarî ye. Êdî rastiyeke eşkere ye ku amûrên dewletê hemû di vê çarçoveyê de dixebitin. Bi taybetî di bûyerên tundî û kuştina jinan de ji hêzên ewlekariyê heta dadgeriyê hemû sazî û amûr li gel mêr cih digirin û polîtîkaya bêcezahiştinê dimeşînin. Ev polîtîka di asteke welê de hatiye pejirandin ku êdî erkanê dewletê jî dijminatiya xwe ya li jinê venaşêre; ji serokkomarê dewletê heta wezîr û parlamenteran rêveberên dewletê hemû di mijara dijminatiya dijî jinê de senkronîze bûne. Beşa heta vê derê nêzîkatiya dewleta Tirk a giştî ya li dijî jinê nîşan dide. Lê belê di ser re her wiha nêzîkatiya li jinên Kurd jî heye.

JI DÎROKÊ HETA VÊ SERDEMÊ, JINÊN KURD

Divê girîngiya jinên Kurd ji aliyê dîrokî û çandî ya li Kurdistanê bê destnîşankirin. Ji serdema beriya dîrokê heta vê kêliya ku em tê de ne, taybetmendiya têkoşerî û berxwedêriyê ya jinên Kurd di herikîna dîrokê de bûye xwedî roleke girîng. Di Raperîna Sasoyê de Rindêxan, di Raperîna Dersimê de Zarîfe û şopdarên wan Bêrîtan, Zîlan û Sakîne... Her yek ji wan raperînek bû li dijî barbariya mêr-mêtinger-dagirkeran. Piştî salên 1990'î hişmendiya jinê ya li Kurdistanê, bi pêşketina Tevgera Siyasî ya Kurd re êdî veguherî formeke îdeolojîk û gihîşt wê astê ku bi tena serê xwe têbikoşin.

Mêtingeriya Tirk wê êdî bidîtina ku jinên Kurd xwedî hişmendiya zayendî ya civakî ye. Ji ber ku bi sedan salan ji bilî mînakên şexsî, îdeolojiyeke rizgariya jinê yan jî bingeheke teorîka vê yekê nebû. Lê ev rewş wê êdî ne qeder bûya. Jinên Kurd ji bilî qadên giştî yên têkoşînê wê bi tena serê xwe jî têbikoşiyan, li dijî mêr wê şer bikira. Hem têkoşîna neteweyî hem jî têkoşîna nasnameya zayendî ji aliyê siyasî û îdeolojîk ve wê li Rojhilata Navîn derb li sîstemên feodal-baviksalarî bixista.

ŞOREŞA JINÊN KURD

Têkoşîna jinên Kurd her çiqas li Kurdistanê rû da û weke têkoşîneke jinên Kurd dihate dîtin jî gihîşte wê astê ku bandorê ji vê zêdetir bike. Bi taybetî ji bo têkoşîna jinên Kurd ên li Rojhilata Navîn bû mînak û bû sparteyeke xurt ku ew jî xwe bi rêxistin bikin û li dijî sîstema kapîtalîst a mêr li ber xwe bidin.

Rola jinên Kurd a li nava Şoreşa Rojava û rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAÎŞ'ê yên barbar, hîn jî di nava raya giştî û çapemeniya cîhanê de tê nirxandin. Pratîka têkoşînê ya jinên Kurd ne tenê bi wan re ma, her wiha jinên Ereb, Suryan, Ermen, Tirkmen, Asûr, Durzî û Êzidî jî bi rêxistin kir. Mirov dikare bêje ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya jinên Kurd şoreşeke jinê pêk hat.

DIJMINATIYA DEWLETA TIRK A LI JINÊ

Hişmendiya ku jinên Kurd bi dest xistin, têkoşîna wan bû yek ji gavên ku dewleta Tirk a dagirker herî zêde jê tirsiya. Ji ber ku vê yekê gav bi gav bandoreke mezintir dikir û di pratîkê de jî berhem bi xwe re diafirand. Jinên Kurd û jinên ji etnîstîteyên din ên ku tifaq bi wan re kirin, ji bo li dijî şerxwazî û zîhniyeta baviksalar têbikoşin, xweparastin ji xwe re kirin esas û bi rengekî ku ji tevgerên mafên jinan ên cîhanê re bibin mînak çandeke xweparastinê afirandin.

Êdî dewlet û mêr mîna berê wê nekarîbûna tundiyê li jinan bike û dagirkeriyê bike. Bêçaretiya DAÎŞ'ê ya li pêşberî jinên Şengalî, nîşaneya şênber a vê pêvajoya nû bû. Taybetmendiya têkoşerî û berxwedêriyê ya jinên Kurd li nava raya giştî ya cîhanê deng veda, pesnê wê hate dayin. Ev yek wê ji ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi rûyê nû yê karên qirkirinê yên li Kurdistanê bersiva xwe bidîta; qirkirina civakî!

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ

Dewleta Tirk, ji bo ku vîna jinên Kurd bişkîne polîtîkayên qirkirina sosyal ên li ser bedena wan û nasnameya wan a zayendî da lezandin. 2015'an li navçeya Gimgimê ya Mûşê wêneyê tazî yê gerîla YJA Starê Ekîn Wan ku şer de jiyana xwe ji dest dabû ji hêla dewleta Tirk ve hatibû parvekirin. Dîsa çend mînakên weke vê hatibûn jiyîn. Eyrî rojan derketibû holê ku hin ekîbên taybet ku ji hêla Wezareta Karê Navxwe yê Tirk ve têne rêvebirin, li bajarên Kurdistanê jinên ciwan kirine hedefa xwe.

Di çapemeniyê de derketibû holê ku nexasim li bajarên ku Berxwedana Xwerêveberiyê lê pêk hatî, ev polîtîkaya dewletê hê zêdetir e. Dawiyê li Dersimê Gulîstan Doku, li Şirnex, Êlih û Wanê polîs û leşkerên Tirk tecawiz li jinên Kurd kirin.

LEŞKERÊ TIRK Ê TECAWIZKAR Û PAŞMÊRÊ WÎ SOYLU

Piştî ku leşkerê Tirk Mûsa Orhan tecawiz li Îpek Er kir û Er nekarî dengê xwe bigihîne kesî, xwe kuşt. Mûsa Orhan ê ku ji ber zexta civakî ji çav re girtin, bi fermana Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu ve hate berdan. Piştre peymanê Orhan derketibûn holê, ku di peyamên xwe de ji hevalên xwe re gotite wî beriya niha jî ev kiriye, kesî li ser vê ti lêpirsîn li ser venekiriye.

Ji peyamên Orhan derkeve holê ku erka dewletê ji vî alî ve didin xebitandin û ev hemû bi xebateke ekîbê tê kirin. Her wiha dema ku mirov li xwedî û rêbazên xwedîderketine dinere mirov dikare bibîne ku ne ew tenê ye jî. Jixwe gotina, ''Tiştek bi mine naye. Wê bi te were .Tu bêxwedî yî'' ku ji Îpek Er re gotî, hêza li pişt nîşan dide.

PROJEYA QIRKIRINÊ YA DOMDIRÊJ

Heta ku muxalefeteke civakî dernekeve holê pêkan e xuya neke ku polîtîkaya tecawizê ya dewleta Tirk ya li Kurdistanê, polîtîkaya ku ciwanên Kurd bike sîxûr, ji rastiya xwe dûr bixe nasekine. Ji ber ku civak tenê hay ji çapemeniyaê heye. Lê jêderên alternatîf diyar dikin ev pir zêdetir e û gelek rewşên weke vê jiyane. Her wiha beriya niha derketibû holê ku li ser karê fihûşê û madeyên hişbir jî peywirdarê dewletê hene.

Di çapemeniyê de derketibû holê ku emniyet û jandarma ya tirk mase danîne ku tenê bi van karan re têkildar dibin. Divê were dîtin ku dewleta Tirk ji bo ku raçînka civakî, exlaq û nirxên çandî yên Kurdistnaê tine bike, êrîşên qirkirina civakî bi polîtîkayên domdirêj didomîne. Cihê meraqê ye bê ka muxalefet û têkoşîna dijî vê wê çawa were danîn.

Sibe: Aktivîsta TJA'yê Zelal Bilgîn komkujiyên ser jinan, encama polîtîkaya cezanekirinê ya dewleta Tirk û têkoşîna hevpar a jinan nirxand.