‘Polîtîkayên ji nû ve Tirkkirinê ya bi destê qeyûman di meriyetê de ye’

Hevşaredarê HDP’ê yê Kayapinarê Davût Kesen, diyar kir ku li Kurdistanê polîtîkayên qirkirina civakî yên bi destê qeyûman dewam dikin û got, “Polîtîkayên Tirkkirinê dîsa ketin dewrê û hevsengiya civakê xera bû.”

Hevşaredar Kesen destnîşan kir ku balkêş e li bajarên sereke kiryarên dûrî tevna dîrokî û çandî ya Kurdan tên kirin û ev hişyarî da: “Hewl tê dayîn bîra Kurdan asîmîle bikin û bi qirkirina çandî re rû bi rû bihêlin.”

Polîtîkayên qirkirina civakî yên dewleta Tirk ku li Kurdistanê bi taybetî piştî sala 2015’an dest pê kir bi lez û bez bi destê qeyûmên ku li ser şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatine tayînkirin, dewam dike. Hema bêje her roj li bajarekî Kurdistanê di bin navê ‘merasîmên havînê’, ‘çalakiyên civakî’ yan jî ‘festîvalan’ de çalakiyên dûrî pêkhateya dîrokî û çandî ya Kurdan tên lidarxistin. Her wiha balkêş e ku ev kiryar li bajarên mezin ên wekî Amed, Wan, Mêrdîn û Agiriyê tên lidarxistin. Bi pêşandanên modayê, bi danasîna markayên navdar ên cîhanê û bi stranbêjên Tirk ên ku rêveberên çanda populer in, hewl tê dayîn ku bîra Kurdan asîmîle bikin û qirkirina çandî re rû bi rû bihêlin.”

Hevşaredarê HDP’ê yê Kayapinarê Davût Kesen, tevlêbûna qeyûman a di polîtîkayên qirkirina civakî de û kiryarên ku organîze dikin jî nirxand.

Kesen destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de di bin navê çalakiyên havînê de çalakiyên ku xîtabê çanda bajar, herêm û qadê nake hatin kirin û bal kişande ser vê yekê ku bi rexmê ku zimanê bajêr Kurdî ye, lê qet cih jê re nayê dayîn. Kesen anî ziman ku tiştên tên kirin ji polîtîkayên asîmîlasyonê yên di serdema Osmanî û Komarê de li herêmê hatine meşandin ne qutin. Kesen axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di demekê de ku polîtîkayên Tirkkirinê ji nû ve ketin meriyetê, di sala 2019’an de bi qeyûm re hevsengiya vî bajarî û şaredariyan hat xerakirin. Me sala sêyemîn li pey xwe hişt, lê ziyaneke mezin li pey xwe hiştin. Li vir rastiyekî ku ne li gorî çand û zimanê gel e heye; di demekê de ku pêwîst bû ev ziman û çand zêdetir derxînin pêş, lê tiştên ku tu eleqeya wan nîne tên kirin.”

POLÎTÎKAYÊN ASÎMÎLASYONÊ HÎN JÎ DI MERIYETÊ DE NE

Kesen bal kişande ser wê yekê ku gelê Kurd gihiştiye asteke diyar a zanabûnê û got, “Kurd baş dizanin kî ne, ji ku derê hatine û ji kîjan civakê ne. Yanî divê êdî ev zihniyeta asîmîlasyonîst vê yekê qebûl bike. Weke mînak herî dawî wezîrek rabû ser piyan û got ku heta eger li deverekî Afrîqayê be jî behsa Kurdistanê bê kirin ez qebûl nakim. Dema mirov li cîhanê dinêre dibîne ku êdî konjonkturên heyî diguherin. Ev guhertin ji bo hemû gel û Kurdên li Tirkiyeyê dijîn jî derbasdar e. Tifaqa AKP û MHP’ê bi polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê hê jî hewl dide fealiyetên çandî û saziyên sivîl asteng bike, nehêle Kurd çanda xwe zindî bihêlin û di tune hesibandina wê de israr dike.”

GEL WÊ DI HILBIJARTINAN DE BERSIVÊ BIDE

Hevşaredara Kayapinarê Kesen, diyar kir ku li herêmê fuhûş û madeyên hişber belav dibe û da zanîn, yê ku ev yek derxistiye holê diyar e kî ye û wiha pêde çû: “Civak vê yekê dibîne û bi awayekî zelal bertek nîşan dide. Lê mixabin dema em li çapemeniya Tirk a niha dinêrin tu carî cih nade van mijaran. Ev polîtîka, ev zîhniyet ku ji xeynî hin dezgehên çapemeniyê yên heyî nayên ziman, nîşan dide ku di rastiyê de çapemenî jî dixin bin fermana xwe. Pirsgirêkeke din jî ew e ku li herêmê polîtîkayeke pir cidî ya madeyên hişber heye. Hema hema li her quncikê kuçeyê mirov bi madeyên hişber re rû bi rû dibe. Li hemberî van hemû polîtîkayan wê gel di hilbijartinan de bersivê bide.”