'Polîtîkayên asîmîlasyonê biterikînin'

Rêxistinên civakî yên sivîl bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber edliyeyê daxuyaniyek dan û ji bo terikandina asîmîlasyon û polîtîkayên tekperestiyê bang kirin.

Endamên Baroya Amedê, Tevna Zimanê Kurd, Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) bi wesîleya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Seroka Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Amedê Elîf Bîrlîklî daxuyanî da û qala dîroka 15'ê Gulanê kir ku roja destpêkirina weşana kovara Hawar e û ji sala 2006'an û vir ve weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di daxuyaniyê de li ser mijara ziman ev daxwaz hatin kirin:

"*Bila astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê bêne rakirin û ji bo bikaranîna vî mafî guhertinên qanûnî bêne kirin,

*Polîtîkayên asîmîlasyon û tekperestiyê bêne terikandin û derfet ji bo jiyan, çand û pir zimanî bêne afirandin,

* Cih û warên ku navê wan hatine guhertin navên wan ên rastî li wan bêne vegerandin,

* Ji bo bikaranîn û hînbûna ziman hemû astengî ji holê bêne rakirin û guhertina destûra bingehînî bê kirin."