Polîsên Tirk veşartina cenaze û şîn asteng kirin

Polîsan destûr neda ku cenazeyê Mehmethan Yildiz ê ku li Şirnexê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûbû were veşartin û malbat şînê dayne.

Cenazeyê endamê Yekîneyên Berxwedana Sivîl (YPS) Mehmethan Yildiz ku di dema qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li Şirnexê hatibû îlankirin de şehîd bûbû, piştî 6 salan hat teşxîskirin û radestî malbata wî hate kirin. Cenazeyê Yildiz, ji goristana bêkesan a li gundê Milga Şantiye hate wergirtin û anîn bajarê wî navçeya Pasûra Amedê. 

Malbatê xwest cenazeyê lawê xwe li Goristana Yenî ya li navenda navçeyê veşêre. Polîsên ku di ketina navçeyê de malbat sekinandin bi hinceta “di belgeye de cihê veşartinê nediyar e” nehiştin cenaze li navçeyê were veşartin. Li ser vê yekê malbatê xwest cenaze li Goristana Yenikoy a navçeya Rezanê veşêrin. Lê polîsan bi heman hincetê nehiştin cenaze li vir jî were veşartin. 

Cenazeyê Yilmaz piştî rawestandina bi saetan, birin gundê Hacana yê girêdayî navçeya Pasûrê. Cenaze di bin dorpêça tîmên taybet ên polîs û leşkeran de hate veşartin. Ji bilî ferdên malbatê nehiştin kes tev li cenaze bibe. Ferdên malbatê ragihandin ku polîsan destûr nedane ew şînê daynin.