Polîsên Tirk li Wanê avêtin ser 20 malan

Polîsên dewleta Tirk avêtin ser 20 malên li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê. Herî kêm 7 kes hatin binçavkirin.

Li gorî agahiyan, polîsên Tirk duh êvarê dor li taxa Xaçortê ya li navçeya Rêya Armûşê girtin û danê sibehê jî bi tîmên taybet ên rûyê wan bi maske girtî, avêtn ser malan. Di dema serdegirtinê de polîsên Tirk deriyê malan şikandin û welatiyên bi navê Suleyman Çetîn, Aslî Aslan, Nedrî Aslan, Fûat Abî, Cîndî Abî, Mazlûm Gur û Sînan Yetîş binçav kirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Wanê.

Hevjîna Cîndî Abdî yê hat binçavkirin Sûltan Abî da xuyakirin, ku polîsan deriyê xaniyê wan şikandine û got, "Ber destê sibehê saet di 04:00 de polîsên rûyê wan bi maskeyê girtî bûn, deriyê mala me şikandin û ketin hundir. Berê çekên xwe yên giran dan me û hevserê min binçav kirin. Hingî zarokên min tirsiyan. Hevserê min bi neheqî hatiye girtin. Bila êdî ev zext biqedin."