Polîsên Tirk li ser mala Halîse Aksoy de girt

Li Amedê polîsan li ser mala Halîse Aksoy, dayika gerîlayê HPG’ê Egît Îpek ê ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin de girt.

Li Amedê polîsan li ser mala Halîse Aksoy, dayika gerîlayê HPG’ê Egît Îpek ê ku cenazeyê wî bi kargoyê hatibû şandin de girt. Polîsên ku li ser malê de girtin, li malê kes nedîtine ji cînaran pirsa Halîse Aksoyê kirine.

Her wiha cînaran diyar kir ku polîsên li ser mala wan de jî giretiye û ji wan pirsîne ku "Bi rastî jî cenazeyê Egît Îpek bi kargoyê hatiye şandin an na? Tiştekî wisa heye yan na?"