Polîsên Tirk dor li dayikan pêçane, dayik jî li ber xwe didin

Dayikên girtiyan ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê, çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsên Tirk bi TOMA'yan dor li dayikan pêçan. Dayik jî bi qîrîna dirûşman çalakiya xwe didomînin.

Dayikên ku ji bo blaê bikişînin ser grevên birçîbûnê û rojiya mirinê her roj li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglar a Amedê çalakiya rûniştinê pêk tînin, îro jî dest bi çalakiyê kirin. Polîsên Tirk bi TOMA'yan dor li dayikan pêçan. Polîsên Tirk dûyê egzozê yê TOMA'yan berdan ser dayikan.

Polîsên Tirk bi ti awayî destûr nedan ku xebatkarên çapemeniyê dîmen û wêneyên çalakiyê bikişînin.

Dayikên dor li wan hatine pêçan, dirûşmên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Amed ranezê bibe dengê zindanan" diqîrin û çalakiya xwe didomînin.