Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Bêgirî
Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Bêgirî û gelek malan. 16 kes hatin binçavkirin.
Polîsên Tirk avêtin ser Şaredariya Bêgirî û gelek malan. 16 kes hatin binçavkirin.
Li Wanê, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser avahiya Şaredariya Bêgirî û li odeya Hevşaredaran dest bi lêgerînê kirin.
Polîsên Tirk piştî ku ji avahiya şaredariyê derketin vê carê jî avêtin ser malan. Endamên Meclîsa Şaredariyê û xebatkarên Şaredariyê jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.
Navê çend ji kesên hatine binçavkirin:
Xebatkarê firina Halk Ekmem Ercan Akkûş, Ercan Dîlmaç, Mesût Yilmaz, zarokê bi navê H.K., encumenê şaredariyê Tûran Tûnç, Nesîm Solmaz, Dogan Başak, Ekrem Karagule, Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Bêgirî Mehmet Kaplan, Halîl Guler, Kemal Karagulle, Barahattîn Karagulle û Yûsûf Karagulle.