Polîsên AKP'ê li Cizîrê êşkence kirin!

Polîsên Tirk li Cizîrê bi ser malekê de girtin, ku beriya niha ji wê malê 2 kes kuştibûn. Polîsan birayên kesên ku hatibûn kuştin, êşkence kirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan bi ser mala Abdullah û Haci Ozdal de girtin, ku 2015'an polîsan ew kuştibûn.

Polîsên Tirk bi 6 wesayitên zirxî bi ser malê de girtin û birayên Haci û Abdullah; Hamza Ozdal (20) û Alî Ozdal (21) desteser kirin.

DAYIKÊ GOT

Dayik Gul Ozdal got 20 polîsên ku rûyê xwe pêçabûn êşkence li  zarokê wê kirine, mal li bin guhê hev xistine û têkberên malê şikandine.

Dayik Ozdal got, "Kurê min Alî xwest ku zarokê xwe yê 10 mehî maç bike, pehîn avêtinê û nehiştin. Zarokên min ên din jî bi erdê ve kaş kirin û li derenceyan li wan xistin. Zarokên min ên biçûk tirsiyan. Bi quntaxan li kurê min Hamza xistin."

Ozdal got, polîsan gef li wan xwarine da ku nebêjin êşkence li wan kirine û got, "Dewlet welatiyan diparêze lê ev dewlet êşkenceyê dike."