Polîsekê li Wanê êrîşê xwediyê malê kir: 3 kes birîndar bûn

Li Wanê polîsekê bi xwediyê malê re yê ku jê dixwest mala lê dimîne bar bike, şer kir. Piştre kesekê ku xwe çawişê pispor da naskirin, mudaxeleyî bûyerê kir. Xwediyê malê û xizmên wî hatin darbkirin.

Polîsekê ku li Apartmanek a li Taxa Valî Mîthat Bey a Wanê, kirê dima û tevî ku peymana kirêyê xilav bûbû jî nexwest malê bar bike. Lewma di navbera xwediyê mal û wî de şer derket. Kesê ku hat zanîn polîs e, zarokek 10 salî jî di nav de 3 kes darb kirin û bi çeka xwe li serê welatiyan xist. Piştre kesê xwe çawişê pispor dida nasandin, jî piştgirî da polîsê memûr û bi jop, gaza bîber êrîşê welatiyan kirin.

Hate zanîn ku polîs wiha gotiye: “Ez dikarim li mal 6 meh din jî birûnim, kirê jî nadim û malê jî bar nakim.”

Piştî bûyerê, birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Piştî giliya welatiyan, polîs birin qereqolê. Polîsên qereqolê diyar kirin, ew bi xwe bi bûyerê eleqer nabin, wê qereqola cendirmeyan a Wanê pê re eleqer bibe û ew kes sewkî qereqola cendirmeyan kirin.

Kesê ku di dema bûyerê de digot ew çawişê pispor e, li qereqolê got ku ne çawişê pispor e, karkerek e ku li tekstîlê kar dike.

Di dîmenên hatin girtin de xuya dike ku polîsan welatî darb kirine.