Polîsan meşa li Wanê asteng kir: Çalakiya rûniştinê dest pê kir

Wekîlên HDP’ê dema ku xwestin li Wanê dagirkeriya qeyyûm protesto bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Wekîlan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.

Çalakiyên protestokirina xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê di roja duyemîn de didomin.

Li Wanê Parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtalan, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Mûazzze Orhan, Şevîn Coşkûn, Tayîp Temel, Mûrat Sarisaç, Omer Farûk Gergerlîoglû, Habîp Eksîk, Abdullah Koç, Mensûr İşik, Saît Dede û Erdal Aydemîr, hevşaredar û hevserokên bajêr û endamên meclîsan jî di nav de gelek kes ber bi Parka Feqiyê Teyran ve meşiyan.

HDP’iyan li Kolana Hunerê li hev kom bûn û ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan meşa HDP’iyan asteng kir û di navbera parlamenter û polîsan de nîqaş derket. Polîsan dor li parlameteran girt û nehiştin çapemenî dîmenan bigirin. Parlamenteran çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.