Li Wanê tevî qedexeyê gel li kolanan liberxwe dide- NÛ BÛ

Li Wanê polîsên Tirk êrîşî çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyê kirin. Ji ber êrîşê wekîlek û çalakgerek birîndar bûn. Gel tevî qedexe û êrîşan jî li kolanan liberxwe dide.

Li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î li Wanê parlamenterên herêmê, hevşaredar û rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyan xwestin bimeşin.

Girseya gel hewl da ji avahiya partiyê heta Parka Feqiyê Teyran bimeşe, lê belê polîsên Tirk bi ava şid û ço êrîş kirin.

Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Abdullah Koç û çalakgerek ji ber êrîşa polîsên Tirk birîndar bûn. Çalakiya girseya gel tevî êrîşê jî didome.

Gel tevî qedexeya çalakiyan xwedî li îradeya xwe derdikeve û li kolanan liberxwe dide.