Polîsan li Geverê êrîşî goristanê kirin

Polîsan êrîş bire ser goristana li Taxa Orman a navçeya Geverê.

Pêkanînên dermirovî yên rejîma AKP’ê ya li Kurdistanê bi dawî nabe.

Polîsan cara 6’an êrîş bire ser goristana li Taxa Orman a navçeya Gever a Colemêrgê. Li goristanê li gel gorên gerîlayên HPG, YPG û YPJ’ê gora Suleyman Aksû yê yek ji 33 ciwanên 20’ê Tîrmha 2015’an di êrîşa ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve pêkhatibû de û jiyana xwe ji dest dabû hene . Şeva pêncşemê polîsan êrîşî goristanê kiribûn.

ŞAHIDAN GOTIN: POLÎSAN ÊRÎŞ KIRINE

Şahidan anî ziman ku saetên şevê 4 wesayîtên zirxî û kepçeyek bi hatina polîsên tîmên taybet ve hatin goristanê, dest bi xirakirina goristanê kirin.

Şahidan anî ziman ku polîsên ku nêzî 4 saetan man li derdor heqaret kirin û berê sibehê goristan xirakirin û çûn. Şahdan gotin piştî xirakirina goristanê li malbatên ku gorên wan lê ne geriyan.

Dîwarên li dorî goristanê hatiye hilweşandin, kêlên gor û gulên li ser goran hatibûn çandin jî hatin rakirin û şikandin. Goristana ku beşek zêde hatiye hilweşandin hê jî cihê postalên polîsan dixuyên.