Polîsan hewl dan kekê Dag a HDP'î birevînin!

Polîsan hewl dan Azad Dag kekê Parlamentera HDP'ê Dersim Dag birevînin.

Li gorî agahiyan, Azad Dag (27) ku kekê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag e, di 1'ê Sibatê de hate xwestin ku ji aliyê polîsên sivîl ve bi zorê bê destgîrkirin û revandin. Dag dema ku di hundirê wesayita xwe de li ber Nexweşxaneya Jinan a li ser rêya Riha-Amedê li benda xwişka xwe ya parlamenter bû, polîs bi wesayiteke bi tîpa Ford Ranger nêzî wî bûn, ew di Kontrola Agahiyên Giştî re derbas kir û bi îdîaya "biryara lêgerînê heye" xwestin wî destgîr bikin. Dag ku der barê wî de biryareke bi vî rengî nîne nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

XWESTIN WÎ BI ZORÊ LI WESAYITÊ SIWAR BIKIN

Xwestin wî bi zorê li wesayitê siwar bikin, Dag nerazîbûn nîşan da û red kir ku li wesayita wan siwar bibe. Her wiha nehiştin ku Dag bang li parêzerê xwe bike.

Dag got, "Ti biryarek der barê min de lêgerînê tine bû, lê belê bi israr gotin ku biryar der barê min de heye. Polîsekî porê xwe spî bû çend caran bi telefonê axivî."

Dag bang li mirovên ku tiştên bi heman rengî tê serê wan kir û got, "Bi ti awayî serî li ber vê yekê netewînin. Yên ku vê dikin divê bên kifşkirin."

Azad Dag serî li Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da.