Polîsan girt û winda kir: 25 sal e kujer tên parastin

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan ji bo Atîlla Korkmaz û Mahmûd Onerari yên berî 25 salan ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin û windakirin, daxuyanî dan.

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 645’em3in de çalakiya “Bila Winda Werin Dîtin û Faîl Werin Darizandin” bi rêya online li dar xist. Vê hefteyê hat xwestin ku kujer ango faîlên Atîlla Korkmaz û Mahmût Onerarş ên di 8-9’ê çileya 1996’an de li Amedê di binçavan de hatin kuştin werin dîtin. Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Yakûp Guven çîroka serpêhatiya Korkmaz û Onerari xwend.

Guven diyar kir ku Atîlla Korkmaz ê zewicandî di 27 saliya xwe de roja 9’ê çileya 1996’an li semta Batikentê ya Rezana Amedê dema diçû markete ji aliyê polîsên cilên sivîl li wan hatiye destgîrkirin û windakirin û cenazeyê wî di 2’ê çileya 1997’an de li Semsûrê hatiye dîtin.

Guven anî ziman ku Mahmût Onerari jî li navçeya Licê ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin û malbatê agahî jê negirtiye. Guven got cenazeyê Onerari jî li gel yê Korkmaz li Semsûrê hatiye dîtin. Guven destnîşan kir ku Atilla Korkmaz û Mahmût Onerari piştî hatine binçavkirin bi guleyan hatine înfazkirin.

Guven da zanîn ku tevî 24 sal di ser înfazkirina Korkmaz û Onerari re derbas bûye hêj faîl nehatine dîtin û got: “Faîlan windayan bibînin û bidarizînin. Windakirinên bi darê zorê û înfazkirina wan sûcê li dijî mirovahiyê ye.”