Polîsan dîsa bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girt

Polîsên Tirk vê sibehê dîsa bi ser avahiya Bajêr  a HDP'ê ya Amedê de girtin. 3 kesên ku beriya niha hatibûn destgîrkirin û piştî ku hatibûn berdan greva birçîbûnê domandin, dîsa hatin destgîrkirin.

Dema greva birçûnê ya li avahiya Bajêr a HDP'ê ya Amedê, ku bi mebesta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ji hêla parlamenter Dersim Dag, Tayib Temel û Murat Sarisaç û endamên partiyê Sevîcan Yaşar, Salih Cansever, Ismet Yildiz, Salîh Tekîn, Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û Yusuf Ateş hatibû destpêkirin, 7 kesên ku hatibûn destgîrkirin, 4 ji wan hatibûn girtin

Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever ku piştî serdegirtina 8'ê Adarê hatibûn berdan dîsa greva xwe ya birçîbûnê domandibûn.

Îro saet 07.20'an polîsan cara 3'yan bi ser avahiya Bajêr aa HDP'ê ya Amedê de girt û  Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever dîsa hatin destgîrkirin.