Polîsan bi lêdanê ciwanek destgîr kir
Duh di saetên şevê de polîsên ku li Şirnexê dewriye digeriyan bi lêdanên Nûrûllah Çevîk destgîr kirin. Çevîk ê piştre hate berdan, giliyê polîsan kirin.
Duh di saetên şevê de polîsên ku li Şirnexê dewriye digeriyan bi lêdanên Nûrûllah Çevîk destgîr kirin. Çevîk ê piştre hate berdan, giliyê polîsan kirin.
Polîsên ku duh şev li Taxa Yenî ya Şirnexê dewriye digeriyan ciwanên bi navê Nûrûllah Çevîk (24) ê ji mala xwe derdiket bi gotina ‘em ê te lêgerîn bikin’ êrîşî wî kirin. Çevîk ê nerazîbûn nîşanî vê da polîsan li wî da.
Çevîk ê piştre destgîrkirin, birin edliyeyê. Li Edliyeyê polîsan gef li Çewîk xwarin û bi gotina ‘dengê xwe neke’ xwest ku giliyê polîsan neke.
Çevîk piştî îfadeyê bi şertê kontrola edlî hate berdan.
Çevîk ê ji bo rapora lêdanê bigire birin nexweşxaneyê bi gotina ‘tiştekî te tine’ vegerandin mala wî.
Çevîk ê me bi telefonê xwe gihandê, diyar kir ku giliyê polîsên li wî dane kiriye.