Polîsan avêtin ser avahiya HDP'ê ya Amedê

Polîsan piştî kongreya DBP'ê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Amedê. Polîsên ku li avahiyê lêgerîn kirin, bi îdîaya "li dijî qanûnan e" dest danîn ser pankartên li salona kongreyê hatine daliqandin.