Polîs veşartina cenazeyê Aysel Dogan asteng dikin

Cenazeyê Aysel Dogan wê li Dêrsimê were veşartin. Polîsan destûr nedan ku cenaze were malê, gel dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Endama Koma Aştiyê û şoreşgera Kurd Aysel Dogan di 11’ê Gulanê de li bajarê Kolnê yê Elmanyayê di nexweşxaneyê de şehîd bûbû. Cenazeyê Dogan bi balefirê ji Kolnê anîn Amedê û piştre cenaze ber bi Dêrsimê ve hate şandin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebru Gunay, parlementerên herêmê yên HDP'ê, endamên TJA'yê jî di nav de gelek kesan cenaze verê kirin Dêrsimê. 

POLÎSAN KONVOY SEKINAND

Gelê Dêrsimê cenaze li ser Pira Seyîdlî ya Mazgîrtê da sekinandin û konvoya cenaze li ser bendên kontrolê yên rê hate sekinandin.

Piştre gel xwest cenaze bibe mala Aysel Dogan a li taxa Gazîkê ya Dêrsimê. Di têketina Taxa Tûrîşmekê de konvoy û wesayîta cenaze li aliyê sedan polîsan hate sekinandin û polîs nahêlin gel cenaze bibe mala wê ya li taxa Gazîkê. Polîs dixwazin gel cenaze bibe goristanê gel jî ev tişt qebûl nekir û dest bi çalakiya rûniştinê kir.

Çalakiyal gel a li ser rê didome.