Polîs ji balonên bi wêneyê Leyla Guven tirsiya!

Balonên bi wêneyên Leyla Guven ku ji bo konvoya wesayitan a HDP'ê ya li Amedê hatin amadekirin, tirs berda dilê polîsan.

Mîtînga fînalê ya HDP'ê ya hilbijartinên xwecihî ku wê îro li meydana Stasyonê ya Amedê pêk bihata, ji ber barana zêde hate betalkirin. HDP'ê piştî biryara betalkirina mîtîngê ji bo konvoyeke wesayitan li navenda bajêr pêk bîne dest bi amadekariyan kir. Bi vê armancê hin balon hatin amadekirin ku wêneyê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 142 roj in di greva birçîbûnê de ye li ser bûn. Lê belê polîsan nehiştin ku ew balon bên hildan.

Polîsên ku deriyê avahiya partiyê ya HDP'ê girtin, gef xwarin û ji endamên HDP'ê re gotin, "Eger hûn bi balonan derkevin, em ê nehêlin ku hûn derkevin derve."