Platforma Ziman: Xwedî li zimanê xwe derkevin

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî di çaçroveya çalakiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Amedê "Platforma Ziman" danîn û banga axaftina Kurdî li gelê Kurd kirin.

Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, di çerçoveya 15’e Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de li Qada Bajêr a navçeya Peyasê ya Amedê  "Platforma Ziman" danî. Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Çand û Hûner a Dîcleyê, Ma Music, Komeleya Wêjevanên Kurd, Partiya Heremên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîqeya Kedkarên Perwerde û Zanistê (EGÎTÎM-SEN) û Parlamentere HDP yê Amedê Îmam Taşçier tev li bernameyê bûn.

Bername bi strana "Zimanê Kurdî" û çepikan dest pê kir.

Di destpêke de Hevserokê MED-DER’ê Rifat Ronî axivî. Ronî bi lêv kir ku bi salane zimanê Kurdî ji mafê pêrwerdehiye bê par têhiştin û got: “Derfeta perwerdehiya zimanê dayikê ji bo zimanê Kurdî nehatiye dayin, ji ber we jî zimanê Tirki li ser bi milyonan zarokên Kurd hatiye ferzkirin. Ji bo ku em vê mafê bingehîn bi dest bixin, em van çalakiyan li dar dixin. Em hêvîdar in ku bi vî awayî gelê Kurd jî wê bigihêjê mafê perwerdehiya zimanê dayikê.”

Piştî Rifat Ronî berdevke Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî, Hevserokê DBP'ê yê Rezan a Amedê Hayrettîn Altûn, Nûnere KESK'ê yê Şaxa Amedê Firat Çelik û mamosteyê MED-DER'ê Nesîp Gultekîn jî axivîn û ku ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bang kirin. Endama Komeleya Wêjekarên Kurd Fatma Tunç jî helbest xwend.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îmam Tasçier jî axivî. Taşçier, di axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî û wiha got: “Çend milyon kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê xwe bêpar hatine hiştin. Dema em di meclîsê de bi Kurdî diaxivin, mîkrofona me digrin û dibêjin bi zimanê 'X' axiviyê. 'X' tê we wateya ku ew ziman miriye. Dewlet polîtikayên bişaftine li ser zimanê Kurdî dimeşîne. Heke statuya zimanêkî tune be ew ziman ji mafê perwerdehiyê jî bêpar tê hiştin. Ji ber wî jî em bang li gelê xwe dikin û dibêjin xwedî li zimanê xwe derkevin.”

Piştî axaftinan mamosteyên zimanê Kurdî Mazhar Aktaş li qadê bi awayekî temsîlî dersa zimane Kurdî da. Bername bi dersa temsîlî bi dawî bû.

Bernameyên Cejna Zimanê Kurdî dê heta 16’ê Gulanê bênavber bidomin.