Platforma Ked û Demokrasiyê serdana malbata Şenyaşar kir
Meclîsa Jinê ya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, serdana Emîne Şenyaşar kir ku li ber xwe dide.
Meclîsa Jinê ya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, serdana Emîne Şenyaşar kir ku li ber xwe dide.
Çalakiya nobedê ya Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ku daxwaza edaletê dikin, di roja 81'ê de ye. Meclîsa Jinê ya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê serdana malbata Şenyaşar kir a li ber Edliyeya Rihayê çalakiyê dike. Emîne Şenyaşar ji jinên ku piştevaniya wê dikin qala bûyerên bi serê wan ve hatiye kir.
'DIVÊ EM BI XURTÎ TÊBIKOŞIN'
Hevseroka Şaxê 2'emîn a Amedê ya Egîtîm Senê Zûhal Sezen jî got, "Divê em jinên Kurd hîn bi xurtî têbikoşin. Heta ku edalet bi cih bê em ê li gel malbatê bin."
Ferît Şenyaşar jî bal kişand ser girîngiya piştevaniyê û got, "Tevî dayika xwe em ê li vir bin. Em ê têkoşîna xwe ya edaletê bi piştevaniyê dewam bikin."