'Plana referandûmê ya PDK'ê ji hesabên AKP'ê ne cuda ye!

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hemîd got, referandûma ku PDK plan dike roja 25'ê Îlonê bike, ji AKP'ê cihê nîne û destnîşan kir, ku hewl tê dayin Kerkûkê bikin mîna Helebê.

Çavdêrê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hemîd, destwerdana DYA ya li referandûma ku PDK plan dike 25'ê Îlonê bike nirxand û anî ziman, ku bi referandûmê re hewl tê dayin herêm bikeve nava krîzeke mezin. Hemîd diyar kir, bi vê projeya ku bi destê PDK'ê ketiye rojevê tê xwestin, pêşî li destwerdana AKP'ê ya li herêmê bê vekirin û ragihand, DYA bi planeke li hemberî vê yekê dest li rewşê werdaye.

PLANÊN HEVPAR

Hemî da xuyakirin, ku bi referandûma PDK'ê xistiye rojevê re, mîna beriya şer, piştî şer jî DAIŞ bi roleke hilweşîner radibe û wiha got, "Çend meh beriya DAIŞ êrîşî herêmê bike, Serokê Giştî yê PDK'ê xwe li hikumeta navendî ya Iraqê rakişand û gef lê xwar. Di mijara referandûmê de jî, Serokê Giştî yê PDK'ê, Tebaxa 2016'an di dema serdana Tirkiyeyê de li cem Erdogan gotibû, 'Guhertinên mezin li ber herêmê ne'. Piştî vê dest bi bilêvkirina mijara referandûmê kir."

Hemîd diyar kir, PDK ji bo parastina desthilatdariya xwe, hewl dide berjewendiyên AKP'ê yên li herêmê biparêze û got, ev her du hêz di mijara referandûmê de mîna ku li dij hev in, xuya dikin. Hemîd wiha dewam kir: "Piştî girtina Mûsil, Şengal û Telaferê, gelek belgeyên ku planên PDK, Tirkiye û DAIŞ'ê yên li ser herêmê kifş dikin, ketin destê DYA û Iraqê. Ev dikarin li ber van hêzan bên raxistin. PDK weke hêzeke ku bi derve ve girêdayî ye, der barê paşeroja herêmê de ti projeyeke xwe ya siyasî nîne. Tenê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne. Di berdêla vê de jî, ji bilî pêşîvekirina li belavkirina Tirkiyeyê li herêmê û parastina berjewendiyên xeta îhwanê, ti rola xwe nîne."

BERPIRSYARÊN HILWEŞÎNÊ

Hemîd destnîşan kir, ku berpirsyariya PDK'ê ya di hilweşandina herêmê de ne kêmî ya Tirkiye û DAIŞ'ê ye û got, "Ji hilweşandina Başûrêê Kurdistanê, Iraqê û Sûriyeyê DAIŞ û AKP çiqasî berprisyar bin, PDK jî bi qasî wan berpirsyar e. Berpirsyarekî din ê vê hilweşandinê Îsraîl e. Îsraîl ku di bûyerên li herêmê diqewimin de xwedî roleke neyînî ye, dixwaze şer ji sînorên xwe vegire. Ji bo dijminên xwe li derve mijûl bike, her carê projeyeke nû datîne holê. AKP, PDK û DAIŞ bi pirsgirêkên ku li herêmê derdixin, xizmetê ji Îsraîlê re dikin. Em nizanin bê ev hêzên navborî yekser xizmetê ji Îsraîlê dikin yan na, lê belê bi krîzên ku li herêmê der dikin, bi kêrî wan jî tê. Ew jî bernameyên xwe bi cih tînin."

XWESTIN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BIKIN NAVENDA ŞEREKÎ NÛ

Hemîd ragihand, bi rêya referandûmê tê xwestin ku herêm bê hilweşandin û got, tişta ku biqewime ne xema PDK'ê ye, ji ber ku ya li ser difikire desthilatdariya wê ye. Hemîd wiha dewam kir: "Referandûma ku PDK hewl dide deyne pêşiya gelê Başûrê Kurdistanê, ji bilî şer wê tiştekî nîne serê Başûrê Kurdistanê. Ev pêngava referandûmê ku dişibe komediyê, ku PDK'ê daniye pêşiya gel, ji bo gelê Kurdistanê ji bilî hilweşandinê wê tiştekî bi xwe re nîne. Bi vê yekê re dixwazin Başûrê Kurdistanê bikin navenda şerekî nû. Di dema şerê DAIŞ'ê de, çawa ku tişta bi serê Şengalê ve anî ne xema PDK'ê bû, îro jî tiştên li Kerkûk ya jî Hewlêrê biqewime, wê ne xema PDK'ê be. Kî hewl bide vê plana PDK'ê bi cih bîne, wê bibe hevparê gunehên PDK'ê."

'DIXWESTIN KERKÛKÊ BIKIN MÎNA HELEBÊ'

Hemîd diyar kir, navenda şerê biqewime wê 'herêmên cihê nîqaşê ne' be û destnîşan kir, ku hatiye xwestin, Kerkûkê mîna Helebê bikin. Hemîd got, "Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik çend caran referandûm nirxand. Têkildarî şerê Kurd-Ereban hişyarî da. Ev hişyarî di cih de bûn. Ev xeterî bi taybetî ji bo herêmên li derveyî îdareya Kurdistanê ne, derbas dibe. Ev herêmên ku weke herêmên cihê nîqaşê tên naskirin, bi taybetî ji bo Kerkûkê xeterî gelekî mezin e."

DYA BI PLANEKE HEMBER, BERSIV DA

Hemîd anî ziman, ku DYA lîstika Tirkiye û PDK'ê dîtiye, li hemberî vê gavek avêtiye û got, "Ji ber ku DYA destek nedayê, ev proje vê gavê hilweşiya. Niha medya PDK û AKP'ê, wê bêjin ku referandûm betal bûye, lê belê destketiyên mezin bi dest ketine. AKP'ê bi destê PDK'ê hewl da li nava hikumeta navendî hin pirsgirêkan derxîne. Li pêş çavan jî li kêleka hikumeta navendî xuya dikir. Lê belê DYA planeke hember danî holê. Betalkirina referandûmê biserneketina AKP-PDK'ê ye."

'PDK JI ALIYÊ SIYASÎ VE DI DEMSALA PAYÎZÊ DE YE'

Çavdêrê siyasî Niyaz Hemîd diyar kir, ku PDK ji aliyê siyasî ve di demsala payîzê de ye û got, "Niha dor hatiye PDK'ê ku van projeyên xwe bisekinîne. Mesela, divê dawî li firotina petrolê bi tena serê xwe bîne, dawî li lênepirsîna hatineyan mîna salên bihurî bîne, liv û tevgera leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê bi sînor bike û dawî li qadên ku PDK'ê ji bo ajandayên siyasî yên AKP'ê vekiriye, bîne. PDK ji aliyê siyasî ve di demsala payîzê de ye û pelan diweşîne."