Plaftorma Ked û Dedemokrasiyê serdana malbata Şenyaşar kir

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê serdana malbatra Şenyaşar a 92 roj in li ber derê Edliyeya Rihayê daxwaza ‘Edaletê’ dike, kirin.

Malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin, lêgerîna xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 92’emîn de didomîne. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Semsûrê, li ber Edliyeya Rihayê serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kir.  

Emîne Şenyaşar, bi dilekî xemgîn serboriya wan ji endamên platformê re vegot. Ji ber vê vegotina Şenyaşar endamên platformê jî bi Şenyaşar re xemgîn bûn.

Li ser navê heyete Hevserokê HDP’a Semsûrê Zeliha Karinca axivî û ev tişt got: “Em hevparê têkoşîna malbatê ne. Hemû welat şahidê zilma ku li vê malbatê hatiye kirine. Ji ber vê herkesê xwedî wijdan divê li vir be. Ev zilm nayê qebûlkirin. “

Ferît Şenyaşar jî destnîşan kir ku serdan hêzê didin wan û ev tişt got: “Her roj bi sedan kes di ber edliyeyê re derbas dibin. Em ji mirovan re dibêjin ku tiştekî ku tuneye digerin. Lê em bi biryar in. Teqez em ê rojekê edaletê pêk bînin. Bi dayika xwe re em ê ji vir veneqetin. Dema ku dozger me dibîne direve. Dibe dixwaze tiştekî bike, lê yên li jor destûr nadinê. Bersiveke ku bide me nabîne.”

Endamên platformê piştî demekê bi malbatê re dem debas kirin ji ber Edliyeya Rihayê veqetiyan.