PKK: Têkoşîna sala 12'an a li dijî komkujiyê bi pêngaveke mezin destpê dike

PKK'ê destnîşan kir, hesabpirsîna ji komkujiyên Parîsê wê dewam bike û got, "Ev yek wê bi Kampanya Azadiyê ya Navneteweyî re bibe yek û têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd li her qadê di xeta serketinê de bê meşandin."

Komîteya Rêveber a PKK'ê got, "Ji damezrînerên partiya me hevrê Sakîne Cansiz (Sara) û milîtanên şoreşger hevrê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê ji aliyê endamê rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê Omer Guney ve hate qetilkirin. 11 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûn. Ji ber ku dewleta Fransayê komkujî ronî nekir û hesab ji berpirsyaran nexwest, heman hêzan 23'ê Kanûna 2022'an û dîsa li Parîsê endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî û welatparêzên hêja Mîr Perwer û Abdûrrahman Kizil qetil kirin. Bi vî rengî dema nêz a dîroka Parîsê bû sedemeke ji qetilkirina welatparêz û şoreşgerên jin ên Kurd."

EM Ê TÊKOŞÎNA XWE YA HESABPIRSÎNA JI MEJIYÊ KOMKUJIYÊ LI HER QADÊ BI PÊŞ VE DIBIN

Di daxuyaniya PKK'ê de hate gotin, "Beriya her tiştî tevî ku kujer û hêzên li pişt komkujiyê eşkere ne, dewleta Fransayê ku herdu komkujiyên Parîsê nedarizand û hewl da binixumîne, ji ber ku pêwîstiya edalet û hiqûqê ya demokratîk bi cih neanî, em wê bi tundî şermezar dikin." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Dewleta Fransayê komkujî ronî nekiribe û hesab ji berpirsyaran nexwestibe jî weke tevger, gel û mirovahiya demokratîk 11 sal in ji bo ronîkirina Komkujiya Parîsê û hesabpirsîna ji kujeran em têdikoşin; li ser bingeha azadiya jinê û ekolojiya civakî em tevgera demokrasî û azadiyê li her qadê bi pêş ve dibin. Di sala 12'an de jî em ê têkoşîna xwe ya hesabpirsîna ji siyaset û mejiyê komkujiyê li her qadê bi pêş ve bibin û di nava vê têkoşînê de xwedî li bîranîna şehîdên xwe yên hêja derkevin."

RÊVEBERIYA ERDOGAN BIRYAR LI SER HERDU KOMKUJIYAN DA, HAKAN FÎDAN JÎ PÊK ANÎ

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin:

"Li ser vê bingehê di salvegera 11'emîn a komkujiya yekemîn de em şehîdên gelekî hêja yên herdu komkujiyên Parîsê hevrê Sara, Rojbîn, Ronahî, Evîn, Mîr Perwer û Abdûrrahman bi hezkirin, hurmet û mineteke mezin bi bîr tînin. Em soza xwe careke din dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranînên wan derkevin. Her kesên ku 6'ê Çileyê li Parîs û Berlînê tevlî meşê bûn, silav û pîroz dikin ku komkujî şermezar kirin. Em dibêjin, ku têkoşîna xwe ya hesabpirsîna ji kujeran di sala 12'an de em ê bi kampanya xwe ya azadiyê ya navneteweyî re bikin yek ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê meşandin û li her qadê em ê hîn bi xurtî bimeşînin.

Her çend dewleta Fransayê hewl dide veşêre jî em û raya giştî ya demokratîk kujerên herdu komkujiyên Parîsê û hêzên li pişt wan baş nas dikin. Biryara herdu komkujiyan ji aliyê Rêveberiya Tayyîp Erdogan ve hate dayin û ji aliyê Hakan Fîdan ve bi cih hate anîn ku hingî Musterê MÎT'ê bû. Ji xwe tetîkkêşê komkujiya 9'ê Çileyê Omer Guney jî gotibû ew endamê MÎT'ê ye û fermana komkujiyê jî ji Musteşarê MÎT'ê wergirtiye. Her wiha piştî komkujiyê daxuyaniyên Tayyîp Erdogan û hevalên wî yên di çapemeniyê de hatin weşandin, ev rewş piştrast kiriye.

Tevî ku bûyer ewqasî eşkere ye û 11 sal di ser re derbas bûne jî dewleta Fransayê rastî ji raya giştî re eşkere nekir û bûyer di çarçoveya hiqûqa demokratîk de nedarizand. Berevajî vê yekê li ser bingeha mirin an jî kuştina Omer Guney nixumandina bûyerê tercîh kir. Eger para xwe di bûyeran de tune be û ji bo berjewendiyên xwe yên ji dewleta Tirk bûyeran nanixumîne, hingî divê dewleta Fransayê bêyî ku zêde dirêj bike, dest bi darizandinê û cezakirina sûcdaran bike. Divê guh bide banga edaletê ya bi deh hezaran kesî ku 6'ê Çileyê li kolan û qadên Parîsê bilind bû. Eger bi vî rengî nêzî nebe, hingî hevkariya bi kujeran re qebûl kiriye.

DIVÊ KOMKUJIYÊN PARÎSÊ BÊNE RONÎKIRIN Û HESABÊ WAN BÊ PIRSÎN

Komkujiyên 9'ê Çileyê û 23'yê Kanûnê ku li navenda Parîsê û li pêş çavên tevahiya cîhanê pêk hatine, bi ti awayî divê ji rêzê neyên dîtin. Ev komkujî parçeyek ji êrîşên mêtingerî û qirkirinê ye, ku ev sedsal in li dijî gelê Kurd tê meşandin û her wiha êrîşa li ser şoreşa azadiya jinê û mirovahiya demokratîk e. Bi awayekî zanebûn hedefgirtina yek ji damezrênerên partiya me hevrê Sakîne Cansiz, rastiya ku qetlîamên navborî parçeyek ji qirkirina Kurdan a ku sedsal in tê pêkanîn, bi awayekî eşkere radixe berçavan. Bi esasî hedefgirtina jinên şoreşger, êrîşa li dijî xeta azadiya jinê û jiyana azad e. Li cihek weke Parîsê li ber çavê her kesî pêkanîna komkujiyên bi vî rengî, tê wateya ji bo tevahiya mirovahiya demokratîk gef û êrîş. Ji ber vê yekê, divê ev komkujî, ji rêzê û sivik neyên nirxandin û ji bo ronîkirina van komkujiyan bêyî derengmayînek, hesab bê xwestin.

EM Ê HESABPIRSÎNA JI KOMKUJIYAN BI KAMPANYAYA AZADIYÊ YA NAVNETEWEYÎ RE BIKIN YEK Û LI SER XETA SERKETINÊ BIMEŞÎNIN

Em weke Tevgera Azadiyê ya Kurd, gelê Kurd û mirovahiya demokratîk, li ser bingeha ronîkirina komkujiya Parîsê û hesabpirsîna ji kiryaran ev 11 sal in em têdikoşin. Ev têkoşîn hem ji aliyê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û Şoreşa Azadiya Jinê bi xurtî hat destpêkirin û hem jî veguherand tevgerên navneteweyî. Ev 11 sal in li hemû cîhanê dengê dirûşmeyên 'Jin Jiyan Azadî! Sara, Rojbîn û Ronahî' ya jin û mirovên ku ji bo azadiyê têdikoşin kêm nebûye. Jin, ciwan û mirovên bindest ên di têkoşînek wiha de perwerde dibînin, di 10 Cotmehê de pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' ya navneteweyî ku xwedî taybetmendiyeke stratejîk e û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hedef digire, dan destpêkirin.

Niha têkoşîna li dijî komkujiyê di sala 12’emîn de di nava tevgereke ew çend mezin de tê meşandin. 11’emîn salvegera komkujiya 9'ê Çileyê, li her qadê bi çalakiyên şermezarkirinê yên çalak tê pêşwazîkirin. Xwepêşandanên girseyî yên di 6'ê Çileyê de li Parîs û Berlînê hatin lidarxistin bi rastî jî bi heybet bûn û li hember qetlîamên 9’ê Çile û 23’yê Kanûnê û yên ku hewl dan veşêrin, bû şeqamek bi bandor. Bi vî rengî careke din gel û dostên me ji her kesî nîşan daye ku heta kujerên komkujiyê neyên ronî kirin, wê her li qadan bin û heta dawiyê hesab ji wan bipirsin.

Diyare ku wê di sala 12’emîn de jî ev çalakiyên hesabpirsîn û edaletê li her qadê bi xurtî pêk bên. Jin û ciwan, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk wê daxwaza xwe ya hesabpirsîna komkujiya Parîsê bidomînin. Heta ku hemû sûcdar bên darizandin û edalet pêk were wê ev têkoşîn bidome. Wê vê têkoşînê bi Pêngava Azadiyê ya Navneteweyî re bike yek û li her qadê, li ser esasê xeta serketinê têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka Kurd bide meşandin. 

Em careke din hemû çalakiyên li dijî komkujiyên Parîsê, bi taybetî çalakiyên li Parîs û Berlînê yên 6'ê Çileyê silav dikin û bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi çalakiyên mezintir û afirîner pêdiviyên edaleta şoreşgerî di pratîkê de bi rengekî serketî bi cih bînin!"