PKK: Li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe ya azadiyê bilind bikin!

Komîteya Navendî ya PKK’ê bang kir ku di salvegera 44’an a Roja û Meha Şehîdan de hê zêdetir rastiya şehîdan fam bikin, li ser xeta şehîdan li dijî tecrîd û faşîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê xurt pêş bixin.

Daxuyaniya Komîteya Navendî ya PKK’ê wiha ye:

EM Ê LI SER XETA RÊBERTÎ ŞEHÎDAN LI BER XWE BIDIN Û SERBIKEVIN!

“Hem wek gel hem jî weke tevger me di meha Şehîdên Gulanê de ne. 18’ê Gulanê Roja Şehîdan e.Gulana 2020’ê weke 44’emîn Meha Şehîdan û 18’ê Gulanê jî 44’emîn Roja Şehîdan e. Li ser vî bingehî salvegera 43’an a hevrê Hakî Karer ê Şoreşgerê Mexin ê Rêber Apo dibêje ‘Ew ruhê min ê veşartî ye’ û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, heskirin û minet bibîr tînin. Soza bicihanîna armanc û xeyalên wan didin. Dîroka 43’ê salan a bi pêşengtiya şehîdên leheng û Rêber Apo de pêş ketiye, Berxwedana Azadiya Kurdistanê silav dikim. Di sala 44’an a Şehîdan de didin diyarkirin ku wê li ser xeta Şehîdan û Rêber Apo berxwedana me ya bi hêz hê mezintir bibe.

Hemû Şehîdên meha Gulanê yên ku ev Roja Şehîdan û Meha Şehîdan ji bo me pêk anîn, di şexsê hevrê Hekî û Halîl, Ferhat û hevrêyên wî, dîsa şehîdên 1’ê Gulanê, Mehmet Karasûngûr, Îbrahîm Bîlgîn, Hevrê Azad û Çekdar, Şîrîn Elemhûlî û hevrêyên wê, Hozan Mizgîn, Helîn, Salih, Hevrê Ozan û şehîdên Komkujiya Hewlêrê, Sebrî, Cimşîd, Andok, Ersîn de bi heskirin û rêzdarî bibîr tînin. Dîsa ji şehîdên şoreşa Tirkiyeyê di şexsê  Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sînan Cemgîl û Ûlaş Bayraktaroglû de hemû şehîdên şoreşa Tirkiyeyê bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Didin nîşandan ku her demê û li her cihî şehîdên me yên leheng çavkaniya me ya serkî ya hêzê ne.

Rêber Apo PKK’ê weke ‘Rêxistinakirina bîranînên Hakî Karer û ketina çalakiyê’ pênase dike. Partiya me partiyeke ya şehîdan e, şehîdên me yên leheng di rastiya partiya me de dijîn. Wek gel û tevger di sala 44’an de hê zêdetir nêzî rastiya şehîdan in. Şehîdên me duh, îro û sibe ya me ye. Di sala 44’an a şehîdan de em bi vê ruhî û zanabûnê dikevinê. Em 24 saetan bi rastiya Rêber Apo û şehîdan re dijîn. Li ser vî bingehî li ser xeta Rêber Apo û şehîdan xwe kûr rexne dikin, lêhûrbûn dikin hê zêdetir dibin welatparêz û şoreşger. Heta niha em li ser xeta Rêbertî û şehîdan bi ser ketine, ji niha û şûn ve jî li ser heman xetê em ê li ber xwe bidin mezin bi ser bikevin.

RASTIYA ŞEHÎDAN ÇAVKANIYA HERÎ BIHÊZ A SERKETINÊ YE

Weke gel û Tevger a ketina sala 44’an a Şehîdan, faşîzma AKP/MHP’ê ya mêtinger û dagirker bi nemerdî êrîşî şehîdgehên me dikin û gorên şehîdên em texrîb dikin. Herî zêde faşîst-qirker êrîşî şehîdgihên me dike, ji ber ku herî zêde ji rastiya şehîdan ditirsin. Çawa ku rastiya şehîdên me yên leheng tirsekî mezin xistiye dil û hinavê dijminê faşîst-qirker, ji bo me jî dibe çavkaniya herî mezin a hêz û serketinê. Ji ber ku Şehîdên me yên leheng, hebûna Kurdistan û azdiya wê, yekîtiya gelê Kurd û hebûna wê temsîl dike. Li ser vî bingehî ji êrîşên dijminên hov dersên baş derbixin, hê zêdetir rastiya şehîdên xwe fam bikin, hê zêdetir xwedî lê derbikevin. Ev jî wê hê zêdetir û xurtir têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê bi rê ve bibe, hê zêdetir bigihîne serketinê; azwerî û vîna me ya têkoşînê hê zêdetir tê zanîn; ev jî wê li ser xeta şehîdan hê zêdetir bê birêxistinkirin û têkoşînê bike.

Weke tê zanîn em sala 44’an a Şehîdan û Meha Şehîdan di rojên êrîşên kapitalîs a bi navê şewba Koronayê de dijîn. Hemû hêzên kapitalîst, hemû desthilat, hemû dewlet derdor, qirêja mijara gotinê dikin fersend, di serî de êrîş û zextên xwe yên li ser jin, kedkar û hemû beşên civakê zêdetir dikin. Herî zêde jî faşîzma AKP/MHP a li ber hilweşînê ye vê polîtîkayê dike. Ji şewba Koronayê sûdê digire û hê zêdetir mêtingeriyê li ser karker û kedkaran dike. Bi rêbazên cuda dixwazin xizîneya xwe tije bikin. Ciwan û jinan a bi hebiskirina li malê ve, dixwazin têkoşîna girseyî ya li dijî faşîzmê asteng bikin. Bi qanûna nû hemû qatil û tecawîzkar ên alîgirên xwe ji girtîgehan derxistin. Li Kurdistanê şaredarî hatin dagirkirin, êrîş û qetlîamê didomînin. Êrîşî Îdlib, Rojava, Başûrê Kurdistan û Lîbyayê zêdetir bûne. Xwe dibe pişt van û dixwaze desthilata xwe ya rizî û li ber hilweşînê ye hinek din emrê wê dirêj bike.

BANG LI GELÊ XWE DIKIN KU JI BO ŞIKANDINA TECRÎD Û HILWEŞANDINA FAŞÎZMA AKP/MHP’Ê TÊKOŞÎNÊ BILIND BIKIN

Di serî de gelê me yê welatparêz, hemû mirovahî, zext, mêtingerî, lîstik û fêlbaziyên sîstema kapitalîs û faşîzma AKP/MHP’ê baş dizane. Li ser vî bingehî, ji bo valaderxistina şerê pîskolojîk ê ji ber şewba koronayê sûd girtiye pêk tîne, şikandina mêtingerî û zextê her qadê veguherînin têkoşîna antîkapitalîst û antîfaşîst. Em PKK van tevahî têkoşînan silav dikin, di wê baweriyê de ne li ser vî bingehî bi rê û rêbazên nû yên têkoşîna demokrasî û azadiyê hê zêdetir pêş bikevin û hê zêdetir bi ser bikevin. Di vê çarçoveyê de di serî de bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe yê welatparêz dikin ku ji bo şikandina tecrîda Îmralî, hilweşandina polîtîkayên AKP/MHP’ê têkoşîn azadî û demokrasiyê bilind bikin.

WÊ ŞERÊ GERÎLA MÎSOGER SERBIKEVE

Di vê mijarê de hêzên me yên gerîla hem helwesta rast û xeta berxwedanê hem jî rojane bi çalakiyên ku dijmin têkdibe wê nîşan didin. Em hemû hêzên me yên gerîla ku li hemberî dek û dolabên faşîzma AKP-MHP û êrîşên wê yên leşkerî û derûnî ku ji vîrûsa koronayê sûd werdigire û zêde kiriye, bêyî ku kêliyekê raweste, her cûre zehmetiyan derbas dike û çalakiyên berxwedaniyê yên dîrokî pêş dixe silav dikin û şehîdên xwe yên qehreman bi minet bibîr tînin, serkeftinên wan pîroz dikin û hêvîdarin ku wê serkeftinên xwe bidomînin. Em bawerin ku wê şerê gerîlayî ya ku bi xwe nûkirinê ve û pêşxistina taktîkên xuluqkar ve birêve bibin, wê mîsoger zaferê qazanc bikin.

BANGEWAZÎ JI HÊZÊN ŞOREŞGER Û DEMOKRATÎK RE

Pêvajoya vîrûsa koronayê bi awayekî pir eşkere nîşan da ku desthilatdariya herî lewaz a roja me ya îro faşîzma AKP-MHP’ê ye. Bêguman bi qasî ku lewaz e, ewqasî jî xeternak e. Siyasetên şer û qirkirinê ya dijminatiya Kurdan ku dimeşîne, di serî de jinan, hemû gelên Rojhilata Navîn û mirovatiyê gef dike. Li hemberî siyaset û hişmendiyekî wiha metirsîdar a faşîst-qirker, berxwedaniya antîfaşîst ya ku me bi hêzên şoreşger yên Tirkiyê di bin sêwana HBDH’ê birêvedibin her ku diçe astekî girîng ya pêşketinê bi dest xistiye. Li ser wê esasê ji bo ku berxwedaniya qala wê hate kirin hê mizintir û berfireh bikin û hemû bindestan û mirovatiyê ji siyaset û hişmendiya faşîst-qirker rizgar bikin, em bang li hemû hêzên demokratîk û şoreşger, jin û ciwan, hemû karker û kedkarên li Tirkiyê dikin ku tekoşîna hevpar ya li dijî faşîzm û mêtîngeriyê bihêztir bi rêvebibin.

JI BO LIDARXISTINA KONGREYA DEMOKRATÎK A ALTERNATÎF HER KESÎ VEDIXWÎNIN TÊKOŞÎNA HEVPAR

Bi şeklekî pir zelal derket holê ku pergala modernîteya kapîtalîst ya ku vîrûsa koronayê berhem tîne çiqasî bi nexweşî ye û ji bilî zirarê ti tiştekî wê nemaye ku bide mirovatiyê. Kapîtalîzma ku ji her kesî re azadiya bê sînor vedike, hemû cîhan ji mirovatiyê re veguhertiye girtîgehekê. Ev rewşe bi awayekî pir eşkere nîşan da ku hem pergala modernîteya kapîtalîst çiqasî rizî ye û dikare were derbaskirin hem jî ji bo tendirustiya mirovatiyê divê ew pergal mîsoger were derbaskirin. Li ser wê bingehê eşkere bû ji bo mirovatiyê yekane alternatîfa azadî û demokrasiyê, pergala konfedralîzma demokratîk ya xwe dispêre xwesertiya demokratîk a Rêber Apo pêşxistiye ye. Pir eşkereye ku yekane rêya rizgariyê ji bo mirovatiyê, konfedralîzma demokratîk a cîhanê ya ku wê civakên demokratîk ava bikin û xwe dispêre azadiya jin û ekolojiya civakî ye. li ser wê esasê hemû hêzên sosyalîst, demokratîk û antîkapîtlîst, azadîxwazên jin û tevgerên ekolojîst ji bo ku xwe ji kapîtalîzma vîrûsa koronayê çêdike rizgar bike û kongreyekî demokratîk a alternatîf avabike, em we hemûyan vedixwînin ji bo tekoşînekî hevpar, hevgirtin û têkiliyekî hê xurtir.

EM XWEDÎ LI BANGA RÊBER APO YA YEKÎTIYA NETEWÎ A DEMOKRATÎK DERDIKEVIN Û ESAS DIGIRN

Roja me ya îro yek ji bûyerên herî girîng, zindî û polîtîk, xebatê yekîtiya netewî ya Kurd e. Ew rewşe hem ji zanebûn û ruhê yekîtiya netewî ya demokratîk a mezin ku di nava Kurdan û dostên wê de pêşdikeve çavkaniya xwe digire hem jî ji ber ku PDK bi şandina hêzên leşkerî ya ji bo Zînî Wertê ku PKK’ê gef dike çavkaniya xwe digire. Di serî de zanebûn, vîn û ruhê yekîtiya netewî ya demokratîk a di gelê me yê li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat, rewşenbîr û hunermendên me de pêşdikeve silav dikin û dixwazin îfade bikin ku hêjayê sipasiyê ye. bê guman pêwîste ku siyaseta Kurdî wê rastiyê bibîne, her wiha wê ruh û zanebûna civakî bingeh bigire. em wek tevgera PKK’ê carekî din diyardikin ku em amade ne xwedî li wê ruh û zanebûnê derkevin û xebatên pêwîst ji bo wê pêkbînin. Ji xwe şehîdên me yên qehreman di asta herî pêş de yekîtiya netewî ya demokratîk afirandine. Herî dawî Rêber Apo jî ji bo yekîtiya netewî ya demokratîk bi awayekî pir xurt bangewazî kir. Em xwedî li wana derdikevin û bingeh digirin. Em pê bawerin ku di serî de rêveberiya AKP, hêzên herêm û yên cîhanî yekîtiya netewî ya demokratîk xirab dikin. Em bang li hemû partî û rêxistinên Kurdî dikin ku li hemberî lîstokên wiha yê hawîrdorên biyanî yên bercevendîxwaz hişyar bin û di pêvajoya dîrokî ya em têde dijîn xwedî li erkên tekoşîn û yekîtiya demokratîk derkevin.

Li ser esasê wan hemûyan bi munasebeta 43’emîn salvegera şehadeta şehîdê me yê mezin heval Hakî Karer û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê carekî din bi rêzdarî û minetê bibîr tînin û hemû hevalên me yên partiyê û gelê me yê welatparêz wedixwînin ku di sala 44’an a salvegera şehîdan û meha şehîdan de rastiya şehîdên me yên qehreman hê rastir û têrker fêhm bikin, di xeta şehîdan de xwe bigihînin asta şoreşger û welatparêzekî hê xurtir; li hemberî tecrîd û faşîzmê tekoşîna demokrasî û azadiyê hê bihêztir pêşbixinin.