PKK ji bo Iraqê çareseriyeke çawa pêşniyar dike?

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir dema ku hilbijartinên parlementoyê yên 12’ê Gulanê nirxand, diyar kir ku kêşeyên li Iraq û Rojhilata Navîn bi projeya Konfederasyona Rojhilata Navîn a Demokratîk dikare were çareserkirin.

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir hilbijartinên Iraqê nirxand yên ku him welatên cîran û him jî hêzên navneteweyî ji nêz ve dişopand. Sînegir ferqa vê hilbijartinê û nêrîna KCK’ê ya li ser vê hilbijartinê jî diyar kir.

DEMOKRATÎKKIRINA IRAQÊ JI BO KURDAN FAKTOREKE GIRÎNG E

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir qala girîngiya hilbijartinên li Iraqê kir û got, “Pêkhatina hilbijartinê ji bo demokrasiyê girîng e. Ji bo hilbijartinên Iraqê yên di 12’ê Gulanê de jî ev derket holê. Iraq êdî wekî berê nikare were birêvebirin. Zehmet ku tenê partiyek û komeke mezhebî bibin desthilatdar. Ji ber vê jî divê hemû gel, bawerî û komên etnîk di bin banê parlementoyê de werin ba hev. Tevgera me jî girîngiyê vî tiştî ku gelek partî û tifaq ketine vê hilbijartinê. Lê li gorî me divê rêjeya kêm a tevlêbûna hilbijartinê jî were nirxandin. Di heman demê de demokratîkkirina Iraqê ji bo Kurdan faktoreke girîng e. Ji bo pêkhatina vî tiştî berpirsyariya peywirê ya hikumeta Kurdan a Herêmî ye. Di vî warî de hê jî qelsî û kêmasî hene. Li Başûr Kurd divê pergala xwe ya demokratîk ava bikin û yekîtiya di nava xwe de pêk bînin.”

Sînegir qala rabirdûya Iraqê kir û got, “Divê rabirdûya Iraqê baş were nirxandin. Wekî ku tê zanîn Saddam Huseyîn bi derbeyê hatibû ser desthilatdariyê. 23 salan vê desthilatdariya wî domiya. Li Iraqê di wan salan de dîktatorî hebû. Li dijî Kurdan û Şîiyan qetlîam hatin kirin. Di dema Saddam de li hemberî Îranê şerekî 8 salan hate kirin, di sala 1991’an de bi qasî 7 mehan Kuveyt dagir kir. Saddam bi şer û zextan desthilatdariya xwe domand. Heta mudaxeleya DYA’yê ya sala 2003’an rewş wisa ye. Di serdema Saddam de, di hemû hilbijartinan de ew bi ser diket. Jixwe nedibû ku partiyeke li derveyî wî bi ser bikeve. Ligel ku li Iraqê Kurd û Şîî hene, Sunniyan nehiştine ew tevî nav rêveberiyê bibin. Di heman demê de Tirkmen, Asûr, Êzidî, Şabak jî li Iraqê dijîn. Lê desthilatdarî her dem di destê partiya Baas û Sunniyan de bû.

Piştî mudaxeleya 2003’an a DYA’yê destûra bingehîn a nû hate çêkirin û aliyê wê yê demokrasîparêzî jî heye. Lê krîz û kaosa li welat, destûrê nade vî tiştî. Piştî mudaxeleyê ev hilbijartina pêncemîn a parlementoyê ye. Li gorî rewşa welat divê Serokkomar Kurd, Serokwezîr Şîî û serokê parlementoyê jî Sunnî be. Heke îstîkrar pêk were ew tişt ji bo demokrasiyê girîng e.”

BI ÊRÎŞÊN DAÎŞÊ YÊN DI SALA 2014’AN DE LI IRAQÊ KRÎZEKE MEZIN ÇÊBÛ

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir diyar kir ku ferqa hilbijartinên din û ya 12’ê Gulanê ev e ku, hilbijartina dawîn piştî êrîşên DAÎŞ’ê pêk hatiye. Sînegir got ku, “ Di sala 2014’an de ji ber êrîşên DAÎŞ’ê yên li Iraqê krîzeke mezin pêk hat. Yek ji sedema van êrîşan jî ev bû ku, welat baş nedihat birêvebirin. Siyaseta dihat kirin jî, li ser esasê şerê mezhebî bû û DAÎŞ’ê sûd ji van nakokî û şeran wergirt. Yek ji ferqa din jî ev e ku serdema Malîkî bi dawî bû û desthilatdarî derbasî Abadî bû. Di heman demê de gelek tifaq û partiyên siyasî jî tevlî vê hilbijartinê bûn. Ev tena serê xwe nûbûnek e. Bi giştî 25 partî û 63 koalîsyon tevlî hilbijartinê bûn. Mukteda El Sadr a ku bû yekemîn bi Komunîstan re tifaq ava kir. Hadî El Amîrî yê ku Şîî bû duyemîn û Haydar El Îbadî jî bû seyêmîn. Mukteda El Sadr ji vê hilbijartinê re amade bû. Beriya çend mehan Sadr û Prensê Siûdî Erebistanê bi hev re civiyan. Ev hevdîtin tê wateya Yekîtiya Ereban a ku DYA’yê ew ava kiriye. Serketina Sadrê ne tiştekî ji rêzê ye. Ev ji bo Iraqê konseptek e. Rewşeke din a girîng jî ev ku hêzên welatên Rojava û welatên li herêmê eleqe nîşanî vê hilbijartinê dan.”

Sînegir têkildarî encamên hilbijartinê jî got ku, “Cara pêşîn hilbijartin bi rêya elektronîk hate kirin û li hemberî encaman gelek îtîraz hatin kirin. Di heman demê de di vê hilbijartinê rêjeya beşdariyê ji sedî 45,2 ye. Li gorî hilbijartinên din ev rêje gelekî kêm e. Ji ber ku piştî mudaxeleya Iraqê, hikumetên hatin ser desthilatdariyê bersiv nedan bendewarî û daxwazên gelan. Li welat her dem şer çêbû. 10 sal in li Iraqê şer heye, her roj mirov dimirin. Ji ber vê jî rêjeya beşdariyê kêm bû.”

ÊDÎ LI BAŞÛR EW Ê TENÊ DU PARTÎ NEBIN

Sînegir qala mijareke din a vê hilbijartinê kir û got, “Êdî li Başûrê Kurdistanê ew ê tenê du partî nebin. Ji xeynî PDK û YNK ew ê têkoşîna partiyên din jî geş bibe. Li Başûr 8 partî û tevgerên siyasî tevlî vê hilbijartinê bûne. Ev ji bo Başûr tiştekî yekemîn e.

‘REFERANDÛMÊ RAYE Û ROLA SIYASÎ YA KURDAN KÊM KIR’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir bi berdewamî bal kişande ser êrîşên DAÎŞ’yê yên li ser Başûr, got bi êrîşên DAÎŞ’ê re ‘derfetên mezin peyda bûne’’ lê hikûmeta Herêma Kurdistanê pêvajo baş rê ve nebiriye û bi referanduma 25’ê Îlonê ya 2017’an re destpêkê Kerkûk, bûye sedem ku destkeftiyên Kurd dîsa dest biguherin. Sînegir li ser hilbijartinê jî got, ev hilbijartin ne niha bi referandûmê re hatine windakirin û ne girîng e bê ka li gorî berê çend parlamenter zêdetir standine yan jî kêmtir bûne, ya girîng ew e ku rayeya siyasî û rola wê li gorî berê ji dest çûye. Sînger bi qutebirî got, ‘’Hikûmeta herêmê di demeke şaş de bi gaveke şaş rola xwe baş nelîstiye.’’

‘DEMOKRASÎ HEBE GENDELÎ NAMÎNE’

Li ser sedemên krîza Iraqê jî Sînegir got gelek sedemên wê hene lê sedema sereka dikeve ser hikûmetê, li deverekê ku rêveberî baş were kirin krîz çênabin û çêbibin jî encamên wê wiha wê ne giran bin. Sînegir bal kişande ser rewşa cografik a Iraqê û pirrengiya wê, dewlemendiya bin erd û got ev jî derfetê dide wan hêzan ku dixwazin tevlîheviyê çêbikin lê tenê bi avaniyeke demokratîk mirov dikare heq ji van krîzan derkeve. Sînegir got, ‘’Heke li ser zemîna destûra Iraqê demokrasî were avakirin li Iraqê kaos û krîz namînin. Heke demokrasî hebe gendelî wê nemîne, wê hiqûq, dad sazkar be û gelek arîşe wê ji holê rabin.’’

‘DI KRÎZ Û KAOSÊ DE ROLA HIKÛMETA HERÊMÊ DIYARKER E’

Sînegir bal kişande ser rola hikûmeta herêmê ya di vê krîzê de û got, ‘’Di vê krîz û kaosê de rola hikûmeta herêmî ya Kurd zêde ye. Herêma Kurd ji mêj ve ye bê rêveberî ye. Parlamento ne sazkar e û hikûmet bi kêr naye. Hema hema dest li ser parlamantoyê danîne. Li deverekê ku parlamanto ne sazkar be krîz û kaos wê tim hebe.’’

‘DIVÊ DAGIRKER JI BAŞÛR WERIN DERXISTIN’

Sînegir her wiha destwerdana hêzên derve ya li Iraqê jî weke kana krîz û kaosa Iraqê nirxandin, baregehên Tirkiyê yên li ser sînorên Iraqê û Başûr bi bîr xist û got li bara vê ne hikûmeta navendî ne jî ya herêmî ne xwedî helwesteke jidil e. Sînger got: ‘’Bi helwesteke wiha ne ku dagirkeriyê dipejirînin. Ev jî gelên Iraqê ne aram dike. Li welatekî dagirkirî, ji bo ku arîşe di demeke kurt de çareser bibin divê dagirker werin derxistin.’’

PIŞTÎ HILBIJARTINA IRAQÊ

Sînegir li ser encamên hilbijartina Iraqê got bi giştî tê payîn ku hikûmeta koalîsyonê ava bibe û got welatên derve ji eniya xwe ve wê bixwazin eyarekî bidin hikûmeta nû. Sînger wiha domand, ‘’Tê zanîn nûnerên DYA’yê û Îranê hema piştî hilbijartina bi gelek partiyên siyasî û derdoran re hatine cem hev.’’

ROJÊN GIRAN LI BENDA IRAQÊ NE

Sînegir got ne pêkan e ku hikûmeta nû bi carekê re ji hemû arîşeyan re bibe çareserî, bal kişande şikestina Sunnniyan a di hilbijartinê de û got, li parlamentoyê bi rengekî têrkar temsîlnebûna Sunniyan wê li ber çi talokeyan veke divê were dîtin. Sînegir li ser rewşa Kurdan jî got, ‘’Ji bo Kurdan jî di nav hikûmeta nû de û li parlamentoyê wê çawa werin temsîlkirin, weke berê wê Serokkomariyê bidin wan an ji kîjan partiyê bidin, ev arîşeyên wiha hene.

Ango rojên giran li benda Iraqê ne, ji bo ku heq ji arîşeyên berdest derkevin pêdivî bi yekîtiya parlamentoyê û hikûmeteke bi koalisyona berfireh heye.’’

JI BO IRAQÊ PROJEYA KONFEDARASYONA DEMOKRATÎK A ROJHILATA NAVÎN

Sînegir herî dawî got tevgera wan PKK ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn têdikoşe û bi van gelan re dixwaze têkoşîna demokrasiye geş bike. Sînegir li ser nêzîkatiya wan a li Iraqê got: ‘’Dewleta Iraqê li Rojhilata Navîn dewleteke girîng e. Em alîgirê avaniya federal a Iraqê ne. Heke mirov bi bîr bîne, dema ku DAÎŞ’ê êrîş bi ser Iraqê de anî hêza ku herî pir aktîf têkoşiyayî PKK’ê bû. Di serî de Şengal, li Kerkûk, Mexmûrê PKK’ê têkoşîna serkeftî û mezin da. Ev têkoşîna PKK’ê ne tenê ji bo Kurdan bû, ji bo hemû gel û baweriyên Iraqê bû. Bi taybetî jî êrîşa ser Êzidiyan ji hêla PKK’ê ve hate şikandin. Destûra Iraqê ji bo avaniyê xweser, mafê xweparastinê dide kêmaran. Projeya tevgera me ew e ku hemû gel, kêmar, bawerî pergala xwe ya xweser ava bikin û dema ku êrîş çû ser wan bikaribin parastina xwe bikin. Her wiha projeya me ew e ku gel bi azadî, bi rengekî demokratîk bi hev re bijîn.’’

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê KCK’ê Navdar Sînegir herî dawî got, ‘’Bi giştî ji bo welatên Rojhilata Navîn û Iraqê pêkanîna projeya Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn a Rêber Apo ji bo welatên herêmê armanceke sereke ye. Heke ev pêk were welatên herêmê wê aram bibin. Hemû polîtîkayên derveyî vê hatine ceribandin lê tenê kaos û krîz bi xwe re anîne.’’