PKK: Ûlaş Adali milîtanekî mînak bû

Komîteya Rêveber a PKK'ê, Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger Ûlaş Adali, ku çend roj berê şehîd bû, bi bîr anî.

Komîteya Rêveber a PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger (DKP), Fermandarê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG), yek ji damezrînerên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan û Endamê Komîteya Rêveber hevrê Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) di têkoşîna azadî û demokrasiyê de, ku li dijî DAIŞ'ê û faşîzma AKP-MHP'ê tê dayin, şehîd bûye."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em pê zanin, ku weke partî û gel, me şoreşgerekî bi bawer û mînak, dostekî xwe yê hêja û leheng û hevrêyekî xwe şehîd dane. Beriya her tiştî, êşa gelên me, hêzên şoreşger-demokrat, endamên DKP û şervanên BOG'ê êşa me ye, em hevrê Ûlaş Adali bi rêzdarî bi bîr tînin û soz didin ku em ê bîranîna û armanca wî ya ji bo afirandina Tirkiyeya Demokratîk û Kurdistana Azad bi ser bixînin. Her wiha em serbilind in ku xwedî hevrê û dostekî weke Ûlaş Adali ne.

'MILÎTANEKÎ MÎNAK BÛ'

Hevrê Ûlaş Adali, ji ciwaniya xwe ve jiyana xwe diyarî têkoşîna şoreşgerî kir, da ser şopa Mahîr, Denîz û Îbrahîman, ji berxwedana girseyî heta şerê gel li refên herî pêş ên têkoşîna şoreşgerî cih girt û bû şoreşgerekî pêşeng û leheng ku ji nava karker, kedkar û gelên Tirkiyeyê derkete holê. Her wiha sosyalîst û demokratîkbûna Tirkiyeyê di azadiya Kurdistanê de dît, ji bo pêşvebirina têkoşîna hevpar û biratiya gelên Kurd û Tirk hate Kurdistanê û bi taybetî li dijî faşîzma DAIŞ'ê li gelek eniyên berxwedana azadiyê ya Rojava bi lehengî şer kir. Bi kurtasî, ji Gezî heta Kobanê bû milîtanê mînak, şervanê pêşeng û fermandarê leheng ê xeta berxwedanê û bi vî rengî tevlî karwanê nemiran bû."

PKK'ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser rola Ûlaş Adali ya di damezrandina Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan de.

Di daxuyanyê de hat gotin, "Li gel helwesta xwe ya milîtanî ya li eniya berxwedanê, hevrê Ûlaş Adali bi helwdanên xwe yên afirîner ên ji roja avabûna Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) û heta roja şehadetê nîşan da bê çiqasî ji şoreşê, sosyalîzmê û têkoşîna di vê oxirê de bawer dike û çiqasî çareserîner e. Dikare were gotin, ku di avakirin û gihandina vê astê ya TŞYG de, hevrêyê ku herî zêde xwedî ked bû. Mîna DKP û BOG'ê, TŞYG jî bû tevgereke berxwedana şoreşgerî ku bi rêveberî û fermandariya Wî li çar aliyên Kurdistanê û Tirkiyeyê li dijî faşîzmê û her şêweyên paşverûtiyê şer dike. Li gel bîranîna hevrê Ûlaş Adali, em şervanên TŞYG'ê yên dema dawî li Dersim, Botan û Nûrheqê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bi lehengî şer kirin û şehîd bûn; hevrê Mercan, Nûdem û Alîşêr Denîz bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê armancên wan bi ser bixînin.

'JI BO VALAHIYA WÎ BÊ DAGIRTIN DIVÊ GELEKÎ KAR Û TÊKOŞÎNEKE BI BANDOR BÊ KIRIN'

Ji bo valahiya hevrê Ûlaş Adali (Gokhan Taşyakan) li pey xwe hişt bê dagirtin, em zanin ku divê em bêhtir bixebitin û têbikoşin. Ji bo pêkanîna vê yekê, em ê hê bêhtir giraniyê bidin ser karên îdeolojîk, rêxistinî û pratîk û li ser bingeha 'Em ê faşîzmê hilweşînin, gelên me wê bi ser bikevin' yekîtî û berxwedanê geş bikin. Em ê tifaq û têkiliya navbera hêzên şoreşger-demokrat mezintir bikin, TŞYG'ê ji aliyê îdeolojîk, siyasî û leşkerÎ ve xurtir bikin. Li ser vê bingehê em ê armancên hevrê Ûlaş teqez bi ser bixînin.

'ÇAWA BAWER KIR BI WÎ RENGÎ ŞER KIR Û ŞEHÎD BÛ'

Hevrê Ûlaş Adali timî şoreşgerekî mînak, pêşeng, çareserîner, dildar û vekirî bû. Li cihê dixwest û li gorî baweriya xwe şer kir û xizmet ji şoreşê û sosyalîzmê re kir. Rêya rizgariya ji faşîzm û kapîtalîzmê nîşanî hemû bindestan û gelên kedkar da. Em bawer in, di serî de jin û ciwan wê hemû kedkar û bindest, vê dostaniyê, vê hevrêtiyê ji bîr nekin, xwedî lê derkevin û di nava berxwedana antî faşîst de li hev bicivin. Bi taybetî gel û ciwanên Kurdistanê wê vê dostanî û hevrêtiyê ti carî ji bîr neke û hevrê Ûlaş di têkoşîna azadiyê ya ber bi serketinê ve timî bidin jiyîn.

Li ser vê bingehê, em bang li ciwanan, jinan, kedkar û hemû bindestan dikin, ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, di rêya demokrasî û azadiyê de ku hevrê Ûlaş Adali ronî kiriye, xwe bêhtir zane bikin, bibin yek û têbikoşin! Em careke din êşa hemû hêzên şoreşger-demokratîk, hevrêyên DKP'î û BOG'î parve dikin û dibêjin ku di têkoşîna şoreşê ya yekbûyî ya antî faşîst de em ê dostanî û piştevaniyê xurtir bikin. Em şehîdê xwe yê nemir hevrê Ûlaş Adali bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîn û armanca wî bi ser bixînin."