PJAK û KODAR’ê li dijî qetilkirina Jîna Emînî bang kir

PJAK û KODAR li dijî qetilkirina Jîna Emînî banga tevlêbûna xurt a ji bo çalakiyan kir û got: “Êşkence, girtin, darvekirin û kuştina jinan bûye karê rojane yê rejîma faşîst; eger ku civak pêşiya vê negire wê berdêla wê giran be."

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhelatê Kurdistan (PJAK-KODAR) li dijî qetilkirina jina ciwan Jîna Emînî (22) ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin bang kir.

Di daxuyaniya hevpar a PJAK û KODAR’ê de hate diyarkirin ku qetilkirina Jîna Emînî (Mehsa) ji aliyê hêzên dijî jin û rejîma faşîst, li dijî tevahiya civaka Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ye. PJAK û KODAR’ê anî ziman ku ev kiryara hovane a rejîma faşîst a Îranê ya li dijî jinan bi taybet jinên Kurd nayê qebûlkirin, pêwîstî bi nîşandayina helwesteke radîkal û azadîxwaz a ji aliyê hemû beşên civakê heye.

ÊŞKENCE, GIRTIN, ÎNFAZ Û QETILKIRINA JINAN BÛYE KARÊ ROJANE YÊ REJÎMA FAŞÎST

Di dewama daxuyaniyê de PJAK û KODAR destnîşan kir ku pirsgirêka azadiya jinan li Îranê bûye pirsgirêka herî mezin a welat û wiha domand: “Rejîma heyî ya Îranê bi awayekî sîstematîk û hovane gotinên li dijî jinê bi awayekî faşîstî belav dike û pêş dixe. Êşkence, girtin, înfaz û kuştina jinan bûye karê rojane yê vê rejîma faşîst. Îro li Rojhilatê Kurdistanê mijara azadiya jinê bûye naveroka sereke ya şoreşa azadî û demokrasiyê. Gel neçar in ku vê azadiya giranbiha bi dest bixin. Helbet her şoreşeke ku ji fikra azadiya jinê bêpar be û ji bo bidestxistina wê serî hil nede, wê ji her kesî bêhtir têk biçe.

‘KUŞTINA JINÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Îro li Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn di têkoşîna azadiyê de cihê jinê di têkoşîn û civaka Kurd de ji her kesî re eşkere bûye. Ji ber vê yekê şoreşa ku di serî de girîngiyê bide azadiya jinê, bêguman wê bi ser bikeve. Îro têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd ji Efrîn û Kobanê heta Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û Seqizê bûye gerdûnî û kuştina bi hovane ya jinên Kurd, mînak a Jîna Emînî, nayê qebûlkirin. Roj bi roj bi saya têkoşîna azadiyê ya gelan, di serî de gelê Kurd, ji bo bidestxistina maf û azadiyên xwe yên mirovî bi israr û hişyartir dibin û bingeha serhildana neteweyî ava bûye.

‘ÎRO PÊŞÎ NEYÊ GIRTIN, WÊ SIBE DERENG BE’

Rejîma faşîst a dijminê jinê ya Îranê bi hincetên xwe yên otorîter, bi awayekî eşkere ewlekariya civak û jinan xistiye metirsiyê. Li dijî hemû beşên civakê bi berdewamî êrîşên plankirî û sîstematîk pêk tîne. Ger civaka me ya zana û wêrek îro pêşî li vê zilmê negire, bêguman wê sibe pir dereng be.

‘BI XURTÎ TEVLÎ ÇALAKIYAN BIBIN’

Bi vê minasebetê em wek Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi tundî qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê rejîma faşîst a Îranê ve şermezar dikin. Di serî de li jin, ciwan, em bang li rewşenbîr, girtiyên siyasî, çalakvanên sivîl, rêxistinên sivîl, partiyên siyasî, medyaya azad, karker, mamosta, bazirgan û esnafan û hemû kedkarên bindest dikin ku roja Duşemê 19’ê Îlonê qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê faşîzma Îranê şermezar bikin. Bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî - Şehîd Namirin" tevlî greva giştî bibin. Parastina civak û jinan bi taybetî Şiler Resûlî û Jîna Emînî erkeke mirovî, exlaqî û siyasî ye. Şoreşa azadiya jinê esasê şoreşa nû ya Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn e. Têkoşîna di vê rêyê de erka mirovî ya civak û neteweyên bindest e.”