PJAK: Em êrîşên dagirker û nokeran şermezar dikin

PJAK’ê diyar kir ku di 26’ê Gulanê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 gerîla û 3 welatparêz şehîd bûne. PJAK’ê bal kişand ser vî tiştî ku wê divê li hemberî van êrîşên dagirker û nokeran tu kes bêdeng nemîne.

PJAK’ê di daxuyaniya nivîskî de diyar kir ku di 26’ê Gulanê de di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de 2 gerîla û 3 welatparêz şehîd bûne û got ku “Divê tu kes li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne.”

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 26.05.2020’an de êrişa balafirê dewleta dagirker û faşist ya Tirkiyeyê ya li dijî gundê Sefrê  ya quntare Çiyayê Asosê pêk hat. Di encama vê êrîşê de 2 rêhevalên me û sê jî welatparêz şehîd ketin. Di serî de em ji malbatê wan û gelê Kurd yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin, di şexsê wan rêheval û welatparêzan de hemû şehîdên rêya azadiyê bi girêdanek mezin, bi rêz û  minet bi bîr tînin. Her wiha em wan kiryarên dewleta Tirk a dagirker û dijminên hemû  Kurdan şermezar dikin.

Dewleta Tirk xwedî dîrokek tijî bi qirkirina gelan, dagirkerî û faşîst e û dijî azadî û demokrasiyê ye. Bi taybet di şexsê gelê me yê Bakurê Kurdistanê de li ser her çar beşên Kurdistanê êrişên bi vî awayî pêk anîne. Di salên derbasbûyî de jî êrişên xwe yên hovane weke vê li ser hêzên me pêk anî bûn. Di sala 2016 de di encama  êrişek de endama meclîsa PJAK’ê Bêrîvan Hêja bi du rêhevalên xwe re u di sala 2017 de jı endamên rêveberiya me rêheval Jîrwan Mahabad bi du rêhevalên xwe we di encama wan êrişan de şehîd ketin. Armanca wan êrişan tinekirin û qirkirina gel û tevgerên Apoyî ye. Dewleta Tirk ku ev çend sal e bi fermana yekdestiyta Erdogan û îtîfaqa AKP û MHP bi rê ve diçe û bi hevkariya hin hêz û kesên ku nokertiyê ji vî dijminê xwînxwarê Kurdan re êrîşan pêk tînin. Eger hevkarên dijminên gelê Kurd nebe bi vê şêwazê nikare êrişan pêk bînin.

Ji bo vê pêwîste gelê me yê weletparêz vê rastiyê bibînin û li hember êriş û dagirkeriya li ser gelê me ku her roj di encama wan êrişên dewleta Tirk ya dagirker de xwedî helwest bin. Bi dehan gelê me yê welatparêzê Başûrê Kurdistanê di encama wan êrişan de xisareke maddî dibîne. Her wiha di 30’ê Gulanê de jî  li herêma Kurajehro ya ser Dêrelokê du welatparêzên me şehîd kerin, her roj axa Başûrê Kurdistanê bombardûıman dike. Li ser Rojavayê Kurdistanê dagirkeriyê bi rê ve dibe. Em hêzên Rojhilatê Kurdistanê di encama wan êrişan de em berdêlan didin. Ev tê wê wateyê ku li her beşê Kurdistanê hember dagirkerî û siyaseta qirkirina dewletan, gelê me di nav şer, têkoşîn û berxwedaniyeke bêhempa de ne. Di heman demê de dijminekî me yê hevbeş yê weke dewleta Tirk heye. Ji bo vê jî em pêwîst e ji her demê zêdetir vê demê têkoşîna xwe weke gelê Kurd û layenên siyasî û hemû beşên civakê berfireh, bi hêz û hevbeş bikin.

Di dawî de em carek din di şexsê wan rêhevalên xwe yên ciwan Şehîd Rêbaz Sine û Şehîd Zinar Maku hemû şehîdên rêya şoreşa azadî, yekitî û demokrasiye bi rêzdarî bi bîr tînin. Ji malbatên her du rêhevalên xwe û ji malbatên welatparêzên ku bi hevalen me re şehîd ketine, sersaxiyê dixwazin. Her wiha banga me ji hemû hêz û layenên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ev e, pêwîst e li hember wan êrîşan xwedî helwest bin û bêdeng nemînin.

Pêwist e ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bidin ser şopa xeta têkoşînê ya heval Rêbaz û heval Zinar.

Em ê xeyalên wan ya Kurdistana  serbixwe û azad bi serketin û azadiyê tacîdar bikin. Ev ji dijminên Kurdan û nokeran re bibe bersiva herî mezin.”