PJAK'ê serdana Hizba Demokrat kir

Hevserokê PJAK'ê Siyamedn Muhenî û heyeta pê re serdana Hizba Demokrat a Kurdistanê kirin.

Hevserokê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamed Muhenî û heyeta pê re duh li Koyê serdana navenda Hizba Demokrat kir. Heyeta PJAK'ê ji aliyê rayedarên Hizba Demokrat ku Alîkarê Serketerê Giştî Mûstafa Mewlûdî jî di nav de bû, hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de Hevserokê PJAK'ê Siyamend Muhenî qala krîzên li Rojhilata Navîn kir û balkêşa ser girîngiya yekîtî û hevgirtina her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet aliyên Rojhilatê Kurdistanê. Muhenî işaret bi têkoşîna hevbeş a ji bo pêkhatina Kongreya Neteweyî jî kir û bi bîr xist ku divê ew di vê qonaxê de erka xwe ya dîrokî bi cih bînin.
 
Cigîrê Sekreterê Giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê Mustafa Mewlûdî jî li ser yekrêzî û yekîtiya aliyên Kurdan axivî û got ku berjewendiya partiyan pirsgirêka sereke ye li ber yekrêzî û yekîtiya aliyên Kurdan.
 
Her wiha Mustafa Mewludî diyar kir ku ti kes nikare bêje li Rojhilatê Kurdistanê hêza berfirehkirina çalakiyan û girseya PJAK’ê nîne û ne raste.
 
Di dawiya hevdîtinê de her du partiyan bal kişandin ser  peywendiyên di navbera xwe de û têkoşîna li hemberî dagirkerên di nava Kurdistanê de.