PJAK: DAÎŞ li Rojhilat bi hevkariya rejîma Îranê êrîşî gel dikin

PJAK bal kişand ser êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Merîwan, Saqiz û Sîne yên Rojhilatê Kurdistanê û got: “Komên çeteyên DAÎŞ’ê bi hevkariya hêzên rejîma Îranê êrîşî gel dike. Hêza gelê Kurd a şer hene li gel DAÎŞ a Sûne û şîa (rejîma Îranê) bike.”

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî êrîşên çeteyên DAÎŞ2ê ya li ser Rojhilatê Kurdistanê bi teybet li bajarên Merîwan, Saqiz û Sine daxuyaniyek da.

PJAK’ê ragihand ku rejîma Îranê jî dixwaze mîna Tirkiye çeteyên DAÎŞ’ê ji bo berjewendiyên xwe li dijî gel bide şerkirin. PJAK’ê anî ziman ku Tirkiye û Îran bi rengên cuda piştgirî dide komên dijî mirov û dijî demokrasiyê.

PJAK’ê destnîşan kir ku li Sûriye û Iraqê çeteyên DAÎŞ’ê yên ku gelek dever kirin bin kontrola xwe de, yekane hêza li dijî şer kir û têk bir gelê Kurd bû û got: “Niha jî komara Îslamî ya Îranê dixwaze van komên çete li Rojhilatê Kurdistanê bixin di bin kontrola xwe de û di bin navê hêza ewlehiyê de, nakokî derxîne, di mercekî derketina qirîzan de li dijî gelê şoreşger û bikar bîne.”

PJAK’ê diyar kir ku DAÎŞ û îslama siyasî ya tundraw rûyê xwe yê dizî û dij mirovahiyê nîşanî tevahî cîhanê daye û got: “Gelê me jî li dijî vê yek ji gelê herî zerermend e, bi xwîn û goşt li beramberî van komên terorîst berevanî kiriye.”

PJAK’ê got: “Dewleta Tirk û Îran bi şêwazên cuda destek û piştevaniya van komên çete û koneperest dikin ji bo pêşerojê bi rengên cuda li dijî gelê me û ruhî demokrasî ya li navçe û herêmê bidin bikaranîn.

Di rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê êrîşeke tundraw a îslamiya siyasî li ser gelê me pêk hat. Bi taybet li bajarên Merîwan, Saqiz û Sîne êrîşên nerewa bi hincetên cêwaz êrîşî xelkê sivîl hatiye kirin. Dem û şêwazê êrîşê dide nîşandan ku ev yek bi plan û rêxistinkirî tê kirin, bi taybet bi piştevaniya hêza Komara Îslamî ya Îranê bi rê ve diçe û armancên taybet li pişt hene.”

Di dewama daxuyaniyê de PJAK’ê bal kişand ser piştevaniya Tirkiye û Îranê ya ji bo çeteyên DAÎŞ’ê û ev got: “Çawa ku Tirkiye ji bo armancên taybet pişgtirî da DAÎŞ’ê, bi heman siyasetê Komara Îslamî jî dixwaze li Rojhilatê Kurdistanê em kom û çeteyane bixe di bin kontrola xwe de û di bin navê hêzên ewlekariyê de nakokî derxîne, di mercekî derketina qirîzan de li dijî gelê şoreşger û bikar bîne.

PJAK’ê bibîr xist ku dema DAÎŞ’ê li Iraqê êrîşî Mûsil û Şengalê kir, dîsa li Sûriye êrîş kir, ne hêza Iraqê û ne jî Sûriyeyê nekarî xwe li ber DAÎŞ’ê bigre û beşek mezin a xaka van herêman xiste bin kontrola xwe de û got: “Her kes baş dizane, çawa gelê Kurd ê şoreşger li beramberî DAÎŞ’ê çawa rawestiya û çeteyên dijminê mirovahiyê têk birin. Bi heman rengî gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê hêza wan a şer heye li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û çeteyên Şaîa (rejîma Îranê) bike. Ev kom ji aliyê komên diyar ve tê birêvebirin, gelê em vê yekê qebûl nake û cihê wan jî di nava gelê me de nîne.

Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê çawa bi piştevaniya xwe li Kobanê, Şengal, û hemû navçe û bajaran dawî li dijî çeteyên tundrawa derketin û têk birin, niha jî ciwan, mamosteyên olî, hemû ferdên civakê, li dij radiwestin û rê nadin ku ev hişmendiya koneperest li Kurdistanê xwe bi cih bike.”