NÛ BÛ

Piştî Pêşmergeyan bi sedan ciwanên Başûr berê xwe dan Qendîlê

Bi sedan ciwanên ji Başûrê Kurdistanê, li dijî nokerî û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, ji bo destekê bidin gerîla berê xwe dan Qendîlê.

Piştî Pêşmergeyî Dêrîn, ku li dijî êrîşên dewleta Tirk roja 3'ê Çileyê hatin Qendîlê û destek dan gerîla, îro jî bi sedan ciwanên ji Germiyan, Kerkûk, Silêmaniye û Raperînê bi heman armancê berê xwe dan Qendîlê.

Ciwan li bajarokê Kîlkey Kolen ê li navçeya Ranyayê li hev civiyan û saet di 07:00 de bi konvoyeke ji wesayîtan ketin ser rêya Qendîlê.

Ji van ciwanan Hawrê Ferîdûn li ser armanca çûyîna Qendîlê ji ANF'ê re axivî û got, "Em êdî dagirkerî û hevkariya bi vê dagirkeriyê ya li welatê xwe qebûl nakin. Lê belê pêşîgirtina li vê yekê tenê bi xwestinê nabe. Weke hêza herî çalak a civakê, em ciwan divê bi berpirsyariya vê rabin. Bi rêya vê yekê em hişyariyê didin dagirker û hevkarên wan. Eger li Şengal an jî li Qendîlê êrîşek li dijî gerîla bê kirin, weke ciwanên Başûrê Kurdistanê em ê bêdeng nemînin."

Ferîdûn bal kişand ser serdana Pêşmergeyî Dêrîn ku di 3'ê Çileyê de li Qendîlê piştgirî dan gerîla û destnîşan kir, ev yek helwesta neteweyî ya rasteqîn e. Ferîdûn got, "Ew Pêşmerge şerê birakujiyê û dagirkeriyê baş dinasin. Em jî ne neçar in heman êşê bijîn û bi vî rengî bijîn. Ji ber vê yekê divê temamiya ciwanên Kurd hay ji xwe hebin û li pêşberî van xefikan hişyar bin."

Di vê navberê de ciwanên ji Kerkûkê bi rê ketin, ji aliyê asayîşa Koyê ve hatin sekinandin û tê gotin, 2 ciwan hatine binçavkirin.