Dewleta Tirk li Bestayê dest bi birîna daran kir

Dewleta Tirk a dagirker vê carê jî li herêma Besta dest bi birîna daran kir. Li herêmê kalekolên nû tên avakirin.

Herî dawî dewleta Tirk di dema êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê û piştî talankirina qadên daristanî yên Çiyayê Cûdî vê carê çavê xwe berda Bestayê.

Di dema operasyonên leşkerî yên li Şirnexê tên rêvebirin de demek dirêje ku qadên daristanî tên armanckirin.

Li herêma Çiyayê Cûdî bi deh hezaran dar hatin birîn. Li rex vê qetlîama daristanên ku heya bi Girê Safîne dirêj dibe zêdetirê 10 kalekolên nû hatin avakirin.

Li cihên ku dari nehatine birîn jî bi zanebûn agir li wan daristanan dixin û tine dikin.

Di şewata de bi dehan dar û cûreyên zindiyan kirin xwelî.

Demek ji beriya niha hate dîtin ku li herêmên Metîna û Heftenînê jî dar jêkirin û bi kamyonan hatine dizîn. Piştre PDK’yiyan bi rengekî fermî li xwe mikur hatibûn ku PDK’ê ev talankirine erê kiriye.

Ew darane ji aliyê şîrketên Tirk li bajarên cuda tên firotin. Piştî bertekên zêde çêbûn ew demeke ku birîna daran sekiniye.

Li herêma Bestayê jî daran bi destê cerdevanên ku ji Şaredariya Şenoba’yê anîbûn dibirin.

Hate zanîn ku li qada jor a Girtîgeha Şirnexê û li qada ku wek ‘Çala Nimêja’ tê zanîn ev nêzî 15 rojin ku  dar hatine birîn.

Her wiha hatiye dîtin ku bi deh hezaran dar li kamyonan bar kirine û birine. Li gorî agahiya çavkaniyên herêmî li herêmê rojane nêzî 200 ton dar li kamyonan tên barkirin û birin. Tê texmînkirin ku pîvana ras hê zêdetir e.

Li cihên ku darên wan hatin birîn jî çêkirina kalekolan destpêkiriye.

Bi taybetî li ser rêyek ya diçe Bestayê li şûna ‘Kûlubeya Ewlehiyê’ di demek kurt de kalekol hatiye çêkirin.