Pirtûkên hunermendê girtî Benlî hatin desteserkirin

Pêşnûme pirtûka hunermendê Kurd Erkan Benlî yê li Gîresûnê dîl girtî ye û pirtûkên Yaşar Kemal ên bi Kurdî hatine wergerandin, hatin desteserkirin.

Hunermendê Kurd Erkan Benlî ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê sala 2016'an di êrişên qirkirinê de hate binçavkirin û piştre hate girtin, bi rêya malbata xwe qala binpêkirina mafên mirovan kir.

Benlî ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê di hucreyê de tê ragirtin, diyar kir ku di serdegirtina hucreyê de pêşnûme pirtûka wî ya bi Kurdî û pirtûkên Yaşar Kemal ên bi Kurdî hatine wergerandin ji aliyê gardiyanan ve hatine desteserkirin.

Benlî got, "Ji bilî pirtûkên min û nivîsên min tiştek nîne, ew jî ji min standin. Di serdegirtina dawî de hem pirtûka ku min bi xwe nivîsand hem jî pirtûkên Yaşar Kemal ên bi Kurdî hatine wergerandin desteser kirin." Benlî bang li raya giştî ku haya xwe ji mijarê hebe.