Pirsên li ser El Nûsra û neviyên Erdogan li karkeran tê kirin

Şîrketên taşeron ên alîgirê AKP'ê yên li Wanê, dema dixwazin mirovekî tevlî kar bikin, pirsên 'El Nûsra tê çi wateyê, çend neviyên Serokkomar Erdogan hene?" li wan dikin.

Li Wanê, ji bo mirovek karibe li şîrketên taşeron bixebitin, pirsên li ser çeteyên El Nûsra û jiyana şexsî ya Erdogan li wan tê kirin û li gorî zanebûna mirovan a di vî warî de tevlî kar tên kirin.

Di dema hevpyevînê de 3 zerf li ber erdkarên şîrketê ne. Li gorî rewşa kesê serlêdan ji bo kar kiriye, yek ji van zerfan tê hilbijartin û pirs ji wan tê kirin.

Di hevdîtinan de ji kesên ne AKP'yî ev pirs têne kirin:

*Strana Papatya kî dibêje?

*El Nûsra tê çi wateyê?

*Şertên Îslamê çi ne?

*Li Erebîstanê navê çemekî bibêjin

*Roja ku Fatîh Sûltan Mehmet Stenbol fetih kirî, wê şevê li ku ma..

*Serokdewletê Misrê yê hatî hilbijartin ki ye?

*Çend neviyên Serokkomarê me hene?

Hiqûqnas Cemal Demîr diyar kir ku pirsên tên kirin ji bo kesên karker negirin kar tê kirin û got; "Tiştekî ecêb e ku ji karkeran re pirsên wiha tên kirin. Bi pirsên wiha dixwazin kesên ku dilê wan ji wan re naxwaze negirin kar. Armanca wan bêjandin e. Mirov ji vê re nikare bibêje ezmûn. Qural û şêweyê ezmûnan di qanûnan de diyar e... Pirskirina van pirsan ne li gorî qanûnan e. Kesên mexdûr pêwîste serî li darazê bidin."