Peyama Yuksekdag: Em ê bi hev re govenda azadiyê bigerînin

Fîgen Yuksekdag name ji mîtînga HDP’ê ya Wijdan, Edalet û Demokrasiyê ya Amedê re şand û got “Em ê bi hev re govenda azadiyê bigerînin.”

Mîtînga HDP’ê ya li Amedê didome. Di mîtîngê de sloganên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Berxwedan li vir e, li ser pêyan e” tê berzkirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a di girtîgehê de name ji gelê Amedê re şand.

Nameya Yuksekdagê wisa ye:

“Silav ji gelê Amedê re. Ez ji dil û can we silav dikim.

Ligel ku ew dixwazin me ji hev veqetînin, em niha li ba hev in. Her sloganeke we ya li vê qadê digihêje me. Em li hundir, hûn li derve em vê berxwedana bi rûmet didomînin. Nobetên me yên Wijdan û Edaletê û mîtîngên me, wê ji ber rola xwe ya li dijî faşîzmê li pelên dîrokê were nivîsandin.

Ez bawer dikim ku gelê Amedê wê serdemeke nû bide destpêkirin. Ji ber ku ji xeynî vêya tu rêya me tune.

Li hemberî vê feraseta ku ji gorên me jî ditirsin, kesên ku cesaretê mezin dikin wê bi ser bikevin. Bila tu gumana we tune be. Ji ber ku hûn hene, gelên me hene.

Em ê bajarên xwe yên hatine rûxandin ji nû ve ava bikin. Em ê bi hev re govenda azadiyê bigerînin.

Ez dîsa we hemûyan ji dil û can silav dikim.”