Peyama pîrozbahiyê ji bo fermandariya eyaleta Avaşînê

Hêzên Parastina Gel a Fermandariya Qadê Zagrosê yekîneyên gerîla ku li Avaşînê li dijî artêşa Tirk çalakî kirî, pîroz kir.

Di peyamê de ya ji bo Fermandariya Eyaleta Avaşînê ev peyam hate dayin: ''Ji hêla hêzên me yên eyaletê ve, li dijî leşkerên ku ewlehiya rêya Govendê ya ku ji Tevgava Granê diçû Tepê Xwedê, dikirin, 24'ê Gulanê saet 10.30'an bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager-Şehîd Ronya, çalakiya kemîn danînê û çalakiya xistina li dijmin û çûyina bi ser wan de bi ser ketiye. Ji ber vê serkeftina girîng di serî de hevalên ku tevlî vê çalakiyê bûne, fermandaran û hemû hevalên ku keda wan di vê çalakiyê de hene pîroz dikin. Li devereke wiha ku dijmin pir lê hebû û xwe li wir pir ewle didît, ku ro li nîvro we çalakiya kemînê danî, bi sebereke mezin li kemînê hûn sekînin û bi nixumandinê we ev çalakî bi ser xist, rakirina çekan a li ser dijmin û li devereke wiha ku dijmin teknîkê zêde bi kar tîne bi şêwaza afirîner a profesyonel a gerîla bêbandorkirina wan û bê ziyan vekişîna we serkeftineke girîng e. Ev çalakiya we her wiha mîneke pratîk a afirîner a bi formata nû ya gerîla ya li gorî serdemê ye.

Ev çalakiya ku we pêk anî, bûye bersiveke karîger a gerîla, ya li dijî dijmin ku di vê pêvajoyê de li dijî dayikên me, ku jinên Kurd ên fedakar, dilêr û berxwedêr in. Li ser vî bingehî, di pêvajoya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager-Şehîd Ronya de ku we derbên giran li artêşa Tirk a qirker û mêtinger dayî, serkeftina mezin ji we hemûyan re dixwzin, bi hezkirin û hurmetê hemû hevalên di çalakiya we de slav dikin.''